Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karên navmalî ji aliyê jinên bîyanî ve tên pêkanîn

Hat weşandin onsdag 9 mars 2011 kl 14.13
Seminer li ser karên navmalî
(6:17 min)
1 av 3
Wêne: SRI/ Nesrin Kilicarslan/Kulturhuset
Wêne: Nesrin Kilicarslan /SRI
2 av 3
Wêne: Nesrin Kilicarslan /SRI
Wêne: SRI/ Nesrin Kilicarslan /Anna Gavanas Socialantropolog Enst. för Framtidsstudier
3 av 3
Wêne: SRI/ Nesrin Kilicarslan /Anna Gavanas Socialantropolog Enst. för Framtidsstudier

Bi sedema 8ê adarê roja jinan ya navnetewî, Instutuet för  Framtidsstudier initiativet Enstituya Perwerdehiyên Pêşerojê insiyativa seminereke li ser mafên karkerên navmalî girt ser xwe ku duh Kulturhusetê Stockholmê hat lidqarxistin. Mijar li ser Koçberî, xizmetên navmalî û têkiliyên hêzan bû.

Piştî gelek lêkolînan xuya bû ku di vê branşê de  cudahiyên di nav nîç/sinif, zayende û etnisîteyê xwe dide eşkere kin.

Gelek ji wan ku karên malan dikin jinên bîyanî ne. Ayşe yek ji wan jinan e ku 6 sal in li Swêdê jiyaye û ji van 3 salan jî karê paqijî kiriye û li gor wê herçend ev karek giran û bistresejî pereyê wê kêm e.

Emma Strollo ku sosyolog e ji zaningeha Umeåyê li ser dîroka

xizmetkaran, xidaman lêkolîn kiriye û diyar kir ku ev diyarde  ji salên 1950 yan de bi koçberên almanî ku ji şerê duyem ya cihanî de reviyan ve destpêkiriye ku bêtir jinên koçber in di vê branşê de kar dikin. Him ji ber ku mecbor dimînin ji nezanina zimanê, û  him jî ji bo kardêran re erzantir dibe mesrefa wan.

Paulina de les Royas jî   profesorê aborîyê ji Zaningeha Stockholmê  dibêje ku bisedsalan e ku ev karên  xizmetkariyê ji aliyê jinan ve tê pêkanîn. Û  diyar dike ku indsutrializmê  de jî jin bûn ku bêtir karên navmalî bikin.

Li gor Anna Gavanas  ku social antropoliog e û li ser branşa paqijkirina malan de lêkolîn kiriye, giring  e mirov lê binêre ka mercên karê ji bo vê sektorê ku her diçe mezintir dibe bi taybet ji bo wan kesên neresmî kar dikin.

-Û herwuha divê mirov lê binêrê ka çi girêdanek di navbera reş û spî ango resmî û neresmî heye di vê branşê de û divê mirov li van pirsan jî  bibîne. Di derbarê şantajkirinê, destdirêjiya cinsî, ku li ser karkêrên paqijiyê di nav malên Swêdî de  kar dikin.

Dibêje Anna Gavanas.

Anna Gavanas girani dide ser statusa karên paqijiyê ji ber ku pereyê paqijiyê kêm e, statusa wê jî kêm e û divê karê paqijiyê bê profesnonelize kirinê da ku statuya wan jî bilind bibe vê riyê ku karek dikin jî wekheviyeke derdikeve holê.

-Ku jinên biyani ne di demeke dirêj de  bêtir vê karê bêstatu dikin, ev wêne dikare biguhere  gelo, divê mirov çi bike ku vê bide rawestandin?

- Di cihanê de gelek cudahi hene di nav beşên civakê de û newehheviyên cihanî, sektorekê ku her diçe mezin dibe di vê warê de û herwuha  gelek koçber hene  ku mafê wan ku karê spî bikin nîne. Û ev kes tên bikaranîn.

- Mirov bi çend riyan dikare berya vê bigire. Bi riya qanûn, qaide  û mafdariyên ji bo herkesên di vê branşê de ne tenê ku mafên wan yê karê resmî bikin.

Samuel Engblom huquqzane di seminerê de li ser qanûn û qaideyan û mafên karên nav malê de bêtir agahî da mêvanan û diyar kir ku di meha hezîranê de sazgeha ILO Internationella arbetsorganisationen  ku organeke di piyesayê karê de di konferansa xwe ya salane de li ser peymanek navnetewi bi navê Domestic Work ku tê wateya karê navmalî, pêşniyara xwe pêşkêş bike.

 Li wir dê bê diyar kirin ku karê navnalî tê biçûk kirin, ku gelek ji wan karkeran keç û jin in û gelek ji wan koçber û bîyanî ne.

Û di pêşnîyarê de tê daxwaz kirin ku karê xizmetkariyê dê bêtir wek karkerên din bê dîtin. Divê maaş wek ya karkerên din be, û mafê wan yê sigortê jî çêtir bibe.  ji bo vê jî hikumet, sendika û kardêr hevpeymanek pêk bînin û ji bo çêtirkirina mafê karkeran  bi vê awayê komiteyekê lidar bixin.

Li gor qanunek  Yekitiya Ewrupayê divê mafê karkerên bêkaxiz jî  mafê wan ya maaşê heye, u dikevine ber qanûna semester girtinê, ya qanûna hawirdora karê û qanûna karê.

Ayşe karê paqijkirine wek pireke ji bo karên çêtir bikaranîye. Nava rojê kar dike êvaran jî dixwîne da ku bibe bundersköterska, binhemsire di pêserojê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".