Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berpirsa lêpirsîna Assange hevala jinek gilîker bûye

Hat weşandin torsdag 10 mars 2011 kl 11.41
Foto: Scanpix

Peywendiya polis, ku  berpirsa lêpirsina lêkolîna doza Julian Assange , him siyasî û him jî şexsî bi wan yek ji wan  re heye  ku ji bo destdirêjiya cinsî gilî li ser avakerê Wikileaks kiribûn. Li gor rojnameya Expressenê wan herdu jinan jî berê de hev nas dikirin,  ji ber herdu jî endamên heman partiya siyasî bûne.

Piştî gilînameyên xwe jî, ji hev re nameyan û silavan bi riya internetê ve şandibûn û hevaltiya xwe jî di blogên xwe de eşkere kiribûn.

Li gor heman rojnameyê berpirsa lêpirsînê, herçend yek ji wan jinan beşdara lêkolînê bibe jî, şiroveyên tûj li hemberê Assangê de di Facebooka xwe de nivîsandiye.

Lê ger polisekê  lêpirsîneke de, kesa lêpirsî binase qanûnek binpê nake dibêje Ingrid Helmius doktor di huquqa giştî li Zaningeha Uppsalayê.

- Naxêr, ev ne sûc e, lê belê dibe ku cih de nebe, ev serok herçend profesyonel jî bibe sedem nine ku  mirov bêje ew kes  aligir e. Ger ez berpirsa lêpirsînê bûma dê min bigota bila yeka din vê karê bike, ji bo ku dûre hesab ji min neyê pirsîn. Him wek berpirsalêrpirsînê û him ji bo hemû pêvajoyê.

Li ser vê babetê ne dadger ne jî polis dixwaze şiroveyeke bide ne li ser lêpirsinê ne jî li ser spekulasyonan, an jî ka dema polis û kesên tevlêbûyî hev binasin.

Ulf Göranzon berdevkê çapemeniyê ya polis e.

-Di halê hazir de tu şiroveyekê me tune ye. Lê dibe  paşîre hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".