Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Håkan Juholt ji bo serokatiyê (S)tê pêşniyar kirin

Hat weşandin torsdag 10 mars 2011 kl 12.22
Wêne: Ulf Palm/ Scanpix.

Gelek ji çapemeniyên Swêdê bi taybet Ekot  haydar bûye ku komiteya rawêj dê pêşniyara Håkan Juholt ji bo serokatiyê Sosyaldemokratan bike. Di heman demê de, Carin Jämtin jî ji konseya  mixelefetî tê pêşniyar kirin ku bibe sekretera partiyê.

Li gor muhabîrên siyasi yên  Ekot tê payîn ku ev pêşniyar dê hestên kerbî di civînê de gurr bike.

Niha divê tenê 26 rêxistinên herêmî  wî bipejirînin.

Håkan Juholt 48 sali ye û ji Oskarhama Smålandê ye. Berê wek wênekêş û rojnamevan di rojnameya Östra Småland de kar kiriye.

Herwuha berê  wek cîgir ji  bo sekreterê partiyê  bi Marita Ulfskog re jî dikir. Lê wek wezîr tu tecrubeyên wî nîne.

Li gor rexnegiran jî ev kêmasiyek e ku tecrubeyên wî yên siyasî tuneye, ji ber ku ew piranî di pirsên paraztinê de di asta netewî de  xebatan kiriye lê di heman demê de, axavkerek zelal û bihêze jî li gor rexnegiran.

Carin Jämtin cigira serokê  Sosyaldemokratan e li şaredariya Stockholmê.

Di navbera 2003 û 2006 wezira alikariyê bû. Wek şûngira  
Göran Persson, Carin Jämtin yek ji wan navan bû ku hate hilbijartin lê vê pêşniyarê nepejirandibû.  Ji sala 2006 an heta niha di konseya mihalafetê de wek cîgira serokê rêveberiya şaredariyê de rûnistiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".