Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Erdhêj Japonê serûbino kir

Hat weşandin fredag 11 mars 2011 kl 10.38
Wêne: NHK TV/ Scanpix

Erdhêjek gelek bihêz li herêmek peravê Japonyayê rû da û pêlên tsunamiyê kete ser erda welêt. Heta niha mirina 19 kesan hatiye dîyar kirin, lê polisê Japonyayê bawer dike ku dê demek bigire heta ku hejmara miriyan eşkere bibe ji ber wan zerarên mezin ku pêk hatiye.

Wezareta Derve ya Swêdê, bang li hemû swêdiyên Japonyayê dike ku agahîyên nûçeyan bişopînin û zûtirîn demê de tekilî bi daireyên herêmê re daynin yên ku  berpirsên karûbarên felaketê ne. Nêzikê 400 heta 500 swêdî a niha li Tokyoyê ne.

Daireya parastina civakê û amadehiyê (Myndigheten för samhällsskydd och beredskap) ji bo ku alikariya balyozxanê li Tokyoyê bike dest bi amadehiyan kiriye.

Ger Japonya jî  daxwaziya alikariyê bike, ji wan re jî amadehiya karê tê kirin, wek balafira ambulansê, û gruba ku dikare li goriyên erdhêjê  di bin avahiyên rûxandî de bigere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".