Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêtir álikariya aborî ji bakûrê Afrikayê û Rojhilata Navîn re

Hat weşandin fredag 11 mars 2011 kl 11.55
Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Ev guherendinên siyasî yên  bilez li  Bakurê Afrikayê herwuha bandor li siyaseta alikariyê ya Swêdê jî dike li ser herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrikayê. Li Swêdê hevpeymanek alikariyê bi welatên Bakurê Afrikayê re tuneye lê  ji bo hevkariya pêşveçûnê heye ku ev jî  ji van xalan ve pêk tê; pêşveçûna demokrasiyê, peydakirina raya giştî,  û pirsên li ser mafê mirovan.

 Dema hevkariya pêşveçûnê bi van herêman ve heta sala 2016 e. Ji bo sala par 130 milyon kron hatibû dayîn ji bo rêveberiya civakî ya bi demokratik,  mafên mirovan û pirsa avê û entegrebûna aborî.

Ger "buhara ereban"  dom bike ber bi demokrasiyê ve biçe alikariya Swêdê jî di lê herêmê pêşbikeve dibêje  wezira alikariyê Gunilla Carlsson.

Belê em dê dom bikin li piştgiriya mafê mirovan bikin, em di warê demokratize kirinê û rola jinan di pêşveçûnê de  ji xwe çalakvanin. Êdi ka emê bi riya rêxistina alikariya Rêxistina Swêdi Alikariya Welatên Nepêşketî ji SIDA yê an bi kanalên din re ku bêtir ji bo pêşveçûna bazirganî û endustrîyê berfireh bike da mirov bêtir kar peyda bikin. An jî em dê bi imkanên mezintir re bi FN,  Yekitiya Neteweyan an ji Bankayê Cihanî re hevkarî bikin dibêje Wezira Alikariyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".