Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyaseteke zelaltir hemberî Turkîyê pêwîst e

Hat weşandin fredag 11 mars 2011 kl 14.07
Milet li ber deryê parlamana Swêdê ber bayê sar, kombûbûn bo piştgîrîya gotina serbest û azad li Turkîyê. Lêkolîner Pinar Selek jî di nav wan de ye. Wêne: Lorîn Berzincî / Zayele

Doh li ber deryê parlamana Swêdê ber bayê sar, milet kombûbûn û wêneyên zindaniyan, sîmbolên bindestîyê, mezin kiribûn û li dor hustuyê xwe daliqandibûn. Tenê bo wijdanê miletê Swêdê hişiyar bikin bo piştgîrîya gotina serbest û azad li Turkîyê.

Saetekê derengtir, semînerek derbarê azadîya derbirîna bîrûbawerîyê û azadîya çapamenîyê li parlamana Swêdê li dar dikeve. Sedem jî ew e ku di vê dema dawî de rewş bi zehmet bû ye û hejmara rojnamevanên zindanbûyî li Turkiyê gihaye zêdey 60 rojnamevanî.

Turkiya îro welatek namzed e bo endametîya yekîtiya ewrûpayê divabû di warê demokrasiyê û mafê mirovan de bi gelekî baştir bûya. Guhertinên gelekî biçûk di qanûndanînê de bûnin, yên hem Swêd û hem jî yekîtiya ewrûpa bi wan geşbîn bûye. Lê ji aliyê bi kar anîna wan guhertinan ve, diyare kêmasîyên gelek henin û tên dîtin tenê wekî guhertinên ser kaxezê nin. Di heman demê de jî hîna qanûnên bihêz manin yên ber li azadîya derbirîna bîrûbaweriyan digirin.

Du ji rojnamevanên, rojnameya kurdî Azadîya welat hatinin zindan kirin, Wedat Kurdun û Emine Demir û hikmekî xeyalî bi 169 û 138 salan wergirtinin. Di rewşa hazir de bêhtir ji 700 rewşên cuda hember rojnamevanan, nivîskaran û lêkolîneran li Turkiyê tên mihakeme kirin.

Lêkolîner Pinar Selek di du salan de hate zindan kirin ji ber lêkolîna xwe ya derbarê kurdan û ji wan kesan e yên dawaye xwe bilind kiriye nuha di dadgeha herî bilind de. Ew li semînera doh amade bû bo behsa rewşê bike li Turkiyê.

- Ew dibêje ku li Turkiyê ji zûde bindestîya mafê derbirîna bîrûbawerîyê heye û ta îro jî her bi vî awayî ye. Her kesê xwedan dîtin û hizrên cuda be û sînoran dişkînin dikevin zindanan de. Bi deh hezaran kes zindan dibin ji ber hizrên xwe û rewş îro gelekî cidî ye. Pinar Selek, ya bi rêya wergerekî, dibêje ku mêjî her rewşê gelekî tarîk dibîne lê dil geşbîn e û bawer dike ku pêşerojek baştir nêzîk dibe.

Ji bilî Pinar Selek, gelek kesên din jî di panêla semînerê de amade bûn. Di nav wan de, nûnerê yekîtiya rojnamevanên Swêdê, serokê yekîtiya nivîskaran, serokê Pena swêdî û nûnerên rêxistina peyamnêrên bêsînor jî.

Di beşê yeke yê semînerê de Pinar Selek bi berfirehî behsa rewşê li Turkîyê kir. Bi taybetî ew xalên giring bo guhertina ber bi alîyê demokratik ve. Ew dibêje ku guhertin gerek ji hundir ve bê û ne ji jor ve, ev xalên biçûk yên hatinin guhertin ne bibandorin. Divê guhertinên mezin di destûrê bi xwe de çêbibin.

Şîroveya beşê yekem her derbarê rewşa azadîya derbirîna bîrûbaweriyan di hundirê Turkiyë de bûn, û wekî serokê yekîtiya nivîskaran Mats Söderlund anî ziman, azadîya derbirîna bîrûbawerîyê tişteke tên bi kar anîn di praktîkê de û ne guhertineke biçûk e ser kaxezê, Ango yan heye yan jî tune ye.

Di beşê duem yê semînerê de nûnerên parlamana swêdî amade bûn, Valter Mutt ji partiya jîngehê, Jonas Sjöstedt ji partiya çep, Fredrik Malm ji partiya gel û Helene Petersson ji partiya sosyaldemokratan. Amine Kakebave ji partuya çep yek ji wan yên ev semîner saz kiribû û zelal kir ku hewil dabû wezîrê derveyê welat Carl bildt vexwînê semînerê, lê diyare nikarîbû amade bibe û kesek din jî ji partiya moderatan amade nebû.

Ev yeka mixabin bû, ji ber di şîroveya duem ya nûnerên parlamanê de rexneyên tund hatin kirin li siyaseta swêdê ya derve, û bi taybetî li sîyaseta Carl Bildt bi xwe hemberî Turkiyê. Divê Swêd zelaltir ji Turkiyê re diyar bike ku karê ew îro bi rêve dibin ne bi aliyê demokrasyê ve ye û divê guhertinan li dar bixin ji vî alî ve.

Fredrik Malm, ji partiya gel, bi rexneyê re bû herçend partiya wî di hevbendîya burjowa de ye,  ya nuha ser hukmê nin:

-Swêd kare dengê xwe bilindtir bike, lê ya biryardare ku hilbijartinên Turkîyê di havînê de xwedan encamên baş be bo piştgîriya destûreke nû di Turkiyê de, lê Swêd ji divê dextê deyne ser Turkiyê û gerek hukûmeta Swêdê siyaseteke zelaltir bikar bîne. Ji aliyê rexneyên hember Carl bildt, Malm dibêje ew nikare bi zimanê wî biaxive lê li gor baweriyên wî hişiyarîyek heye ku danûstandinên bi Turkiyê re negirin. Eger Swêd dexta zêde bike, Turkiyê kare pişta xwe bide yekîtiya ewrûpayê û berê xwe bide welatên din di rojhilata navîn de. Lê ew bi xwe dibîne ku Swêd divê tund û zelal nerazîbûna xwe diyar bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".