Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Berhemderanîna Saab rawestîyaye

Hat weşandin onsdag 13 april 2011 kl 15.01
Wêne: Jörgen Winkler/SR Väst

Berhemderanîna şirketa Saab li Trollhättan berdewam e bi rawestandinê. Îro agahdarî giheşt karkeran ku karin sibê jî li malên xwe bimînin.

Xwedanê Spyker Cars, doh nirxand ku berhemderanîn dê heft rojên din raweste û paşî dê careke din dest pê bike, ser bingehê ku astengîyên girêdayî aborî û fînanse kirinê çareser bibin.

Di heman demê de Lars Carlström, yê bankkarê rûs, Vladimir Antonov li Swêdê nûnerî dike, ji kanala radiyoyê P4 Väst re dibêje ku, divê îro agahdariyek derbarê fînanse kirina Saabê eşkere bibe.

Gotûbêj di navbera Swêd û Holanda yê de berdewam in û hûrgilîyên praktikî manin ku çareser bibin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".