Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jeansên kevirkirî jiyana xortan dirizîne

Hat weşandin onsdag 13 april 2011 kl 15.10
Jeansên kevirkirî
(8:14 min)
1 av 3
Wêne: Berpirsiyarê xwepêsandanê ABF/ Murat Kuseyri
2 av 3
Wêne: Berpirsiyarê xwepêsandanê ABF/ Murat Kuseyri
3 av 3
Wêne: Berpirsiyarê xwepêsandanê ABF/ Murat Kuseyri

Îniya borî, 8 ê meha nîsanê grubek li hev kombûn li hemberê dikanên kincan Åhlens û H&M li navenda Stockholmê û li dijê kevirkirina kincên jeansê xwepêşandinek ê lidarxistin. Ev fîrmayên han wek gelek yên din jeansên kevirkirî ji Turkiyê, Bengladeşê Surîyê û Endonezyayê hersal bi buhayê milyaran ve dikirin û difroşin.

Li gor rêxistinên sendikayên tirkî nêzikê 10 heta 15000 kes di vê karê de ku dibe sedema nexweşiyên giran di pisikan de û heta mirinê wan bernade.

Li gor komiteya piştgiriyê 600 kes nesax ketine jî û ditirsin ku ev hejmar bigihije 5000 kesan.

Abdulhalim Demir yek ji wan nexweşan e, ji Turkiyeyê hatiye da ku bêtir agahdarî bide gelê Swêdê û kirîna van kincan bide rawestandin.

Ew bêtir behsa nesaxî û dijwariyâ rewşa xwe dike di vê beşê de.

Ew hê dema 15 salî bûye ji ber neçariyê ji gundê xwe bar dikin û diçine metropola turkiyê Istanbulê. Ji bo mesrefa xwendina xwe derêxîne dest pê kiriye di beşa şalên jeans de kar kiriye. Û kesê qala riskên nexwesiyan nekiriye jê re.

Ev demeke ku şalên Jeansê ku li hemû dinyayê gelek populer bûne. hersal bi milyaran jeans tê berhemdan û Turkiye yek ji wan mezintirîn welatan e ku van jeansan difroşe welatên din. Nêzikê 300 hezar kes jêansê dikin dikin.

Abdulhalim ku niha nesax e û nikare ji çend deqqeyan bêtir li ser lingê xwe raweste, û xwe davêje ser kursiyeke û sedema nexweşiya xwe ji me re amaje dike.

Sala 2009 an de hikumet mecbor kirin ku vê metoda jeans kevinkirinê  ji bo liberî girtina nexwesiya Silikosiz bê qedexekirinê.  Li gor Abdulhalim ev êdi li turkiyê nayê pêkanîn lê belê firmayên mezin û nas  cihê firmaya xwe guhertin û barê welatên din kirine.

Berê jî çend rêxistin  di vê warê de gelek çalakiyan nîşan dane, piştî rapora wan  Fair Trade Center gelek ji firmayên Swêdî şalên bi vê metodê hatine kevinkirin nastînin.

Nêzikê serê salê bizikşkek bi navê Yeşim Yasîn hatibû welat welat digeriya da ku vê metoda xeter bidin rawestandin û herwuha ji bo  teminatakê jî ji nexweş û goriyên vê nexweşiyê re têdikoşiya.

Lê Abdulhalim bi xemgînî ji me re radigihine ku ew teminat hatine dayîn lê mixabin ew gelek dereng mane. Gelek kesên ku amafê alikariyê wergirtine an îro najîn an jî bi giranî nesax in.

Kesên ku diçûne dikanan û çavên wan bi wan wêneyan diket hinek mat diman, Abdulhalim di çavên wan de kêfa kirînê nedidît lê tirsek didît di çavên wan de.

Derya ku yek ji wan jeans hezkiran e piştî wan wênayan dê kirîna jeansê kêm bike. Û niha bixwe dixwaze jê re bibe çalakvan û çareserî dixwaze.

Samuel jî li wir rawestiyaye lê berê wî de jeansên spîkirî hene, ez xwe hêdi hêdî nezîk dikim û jê dipirsim ka çima pere daye  şalê han.

Ew dibêje ku ev destê diduuan hatine kirîn, û wusa dixuyê ku hatine kevirkirinê.   

Ma te nedizanî ku pirsgirekek wuha heye li van welatan û ev şal jiyana xortan ji wan distîne?

- Belê min van tiştan demeke kurt e  bihîstiye û ez yek ji wan xortanimn di nav rêxistina xortan ya kiliseya Swedî, re me biryar daye ku em li ser vê pirsgirekê rawestin.

Hun dixwazin vê yekî bidin rawestandin, bi çi awayê?

Emê li ser pirsa textilê rawestin lewra kevirkirina jeansê pirsa textîlê ye. Û dema em bêtir serê rawestin dê gel jî bêtir şiyar bibe li ser vê mijarê. Û ku şansê me hebe dê firmayên kincan bixwe hewl bidin û krîna van şalan rawestinîn. Dibe ku riyek din hebe  ku şalan spi û kevin  bikin dibêje Samuel.

Abdul halim dibêje ku bi awayê kimyevî çêtir e û xeterîyên wan kêm e. Lazer heye ew bê riskê lê gelek pere dike, kes naxweze pereyek mezin bide û vê metodê bikarbîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".