Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdî naxwazin heya 69 saliya xwe kar bikin

Publicerat torsdag 14 april 2011 kl 14.15

Lêkolînek ku ji aliyê AMF û Novus ve hatiye kirin nîşan dide ku pirtir ji nîvê swêdiyan naxwazin heya 69 saliya xwe kar bikin. Ev hejmar di nav şêfan de dadikeve ji çaran yek û mêr ji jinan pirtir erênî li pêşniyazê dinerin.

Li gor pêşniyaza hukûmetê mirov wê bikaribin heya 69 saliya xwe karmend bin.

Paşbingeha pêşniyaza hukûmetê ew e ku îro hem mirov zêdetir temen dikin hem jî daxwazên wan yên maddî bilind bûne.

Sosyaldemokratan berê raya xwe aşkerekirine ku ew li hemberî bilindkirina sînorê temenê karkeriyê ne. Ji dêla vê ew dixwazin ku pirtir kar ji kesên bin 65 salî re bên peydekirin da ku ew berya wê xwe teqawît nekin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".