Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdî bi erênî li koça penaberan dinihêrin

Publicerat torsdag 14 april 2011 kl 15.42

Tu caran wek sala par gelê Swêdê bi erênî li koça penaberan nenihêrtibû. Pîvanên dawî yên enstîtuya SOMê nîşan didin ku di 2010ê de, ango heman sala ku Demokratên Swêdê ketin parlemanê de, hejmara mirovên ku dixwazin kêmtir penaber werin Swêdê daket ji % 42an. Berê ev hejmar ji %46 bû. Kesên ku dixwazin pirtir penaber bên Swêdê jî zêde bûye û vêga ji %30 e.

Profesora zanista siyasî Marie Demker sedema vê bi bilindbûna asta perwerdê, zêdebûna niştecihên bajaran û bilindbûna hesta înternasyonalîzmê ve girê dide.

Ev hejmarên herî bilind yên enstîtuya SOMê ne ku ji salên 90î ve dest bi pîvana nebza gel kiriye. Reqemên SOMê xwe dispêrin hevpeyvînên ku bi 5000 kesan re kiriye.

Enstîtuya SOMê ji aliyê Zanîngeha Goteborgê ve tê birêvebirin. SOM her sal komek lêkolînên netewî, herêmî û deverî dike ji bo helwest û reftariyên guhertî û ferqkirina sedemên wan.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".