Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xetera şewata dibistanan mezin e

Publicerat torsdag 14 april 2011 kl 15.45
Wêne: Scanpix

Ne dûr e ku şewatên di xwendegehan de bibin sebeba felaketek mezin. Ev gotinên nivîskar Mats Wahl in ku bi pirsgirêkên şewatê re elaqedar e. Wahl li hember parastina xwendegehan ya ji bo agirvemirandinê biendîşe ye û di wê baweriyê de ye ku raya giştî pir kêm qala xeterên di xwendegehan de dike.

Mats Whal dibêje: ”eger em wan kesên ku şixat û kibrîtan bi xwe digrin gunehkar bikin û meselê ji bîr bikin em pirsgirêkê li ber xwe sivik dikin. Şewata dibistanekê tu caran mîna birûskekê ji azmanên sayî nayê. Berya wê xelekek bûyerên xeternak rûdidin. Wek mînak bikaranîna dijûn û sixêfan, hev acizkirin, pevçûn, texrîbkirina tiwaletan, pêxistina larma agir û hwd”. Li gor Mats Wahl ji %5 ta 10 ji 6000 xwendegehên Swêdê rojane bi van pirsgirêkan dijîn.

Mats Wahl bi berdewamî dibêje: ”Cara pêşî di 1965ê de min di xwendegehê de dest bi kar kir. Ev 30 sal in ji Ystad heta Haparanda çûme. Rewşa van ji %5-10an pir zêde xerab bûye û her ber bi xerabiyê ve diçe. Xwendegehan fam nekirine bê rewş çiqas xeter e.”

Li gor reqemên statîstîkî par li Swêdê agir ketiye 400 dibistanan. Nîvê van bi destê mirovan hatibûn dadan. Lê statistîk hemû rastiyê nabêjin. Mats Wahl diyar dike ku di sala 2008ê de di yek dibistanê de 87 pirsgirêkên şewatê derketine, lê ji van tenê 2 şewat ketine nav daneyên statîstîkê de.

Wek çare jî Wahl pêşniyaz dike ku mirov dikare li ser 5 dibistanên rewşa wan xerab pîlanekê bimeşîne, encaman binirxîne û paşê li gor encaman tedbîran bigre.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".