Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Bazara Tirkî ji bo şîrketên swêdî girîng e"

Publicerat fredag 15 april 2011 kl 09.24
Wezîra Bazirganiyê Ewa Björling /Scanpix

Li gor wezîra Bazirganiyê ya Swêdê Ewa Björling pêwistiya Swêdê bi pirtir şîrketên tirk heye. Derbarê  serdana xwe ya Tirkî de Ewa Björling di daxuyaniyek çapemeniyê de nivîsand ku: ”Bazara Tirkî ji bo şîrketên swêdî girîng e û îmkana ku ew kirînûfirotina xwe, bi taybetî di sektora Telekom û binesaziyê de zêde bikin heye”.

Rojnameya tirkî Zaman jî radigihîne ku Ewa Björling di civîna Konseya kar ya Tirk û Swêdî de diyar kiriye ku ew dixwazin di nava pênc salan de kirîna ji Tirkî duqet bikin, ango salê ji %15 zêdebibe.

Di sala 2010ê de Swêdê nêzîkê 13 milyar û nîv kron tişt firotin Tirkî û ji Tirkî zêdetirî 7 milyar û nîv tişt kirîn.

Serokê Konseya kar ya Tirk û Swêdî Ishak Alaton jî kalîteya aboriya Swêdê pesendkir û îddîa kir ku li Swêdê derdorê 130 hezar koktirk hene û ji van 5 kes di parlemana Swêdê de ne, bê ku tu navan bide.

Di serdana xwe ya ji bo du rojan de wê Ewa Björling wezîrê aboriyê yê tirk Ali Babacan jî bibîne.

Li gor rojnameya Zamanê Björling herweha dubare kiriye ku  Swêd endametiya Tirkî ya ji bo YE destek dike.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".