Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs nizanin bê sûcên nefretê çi ne.

Publicerat fredag 15 april 2011 kl 16.26
Di kif kifşkirina sûcên ku ji ber sebeba nefretê rûdidin de kêmasiyên mezin hene. /Scanpix

Tesbîtkirina sûcên ku ji ber sebeba kîn û nefretê rûdidin zehmet e. Danasînên cuda dihêlin ku meqamên fermî yên wek polîs, dozger û dadgeh nirxandinên cuda bikin û li gor Daîreya Pêşîgirtina Tawanan (BRÅ) polîs tenê ji çar caran carekê sûcan bi awayekî rast dinirxîne.

Di karê polîs yê li ser sûcên ku ji ber sebeba nefretê rûdidin de kêmasiyên mezin hene. Berya 15 salan parlemanê biryar dabû ku sûcên ji ber sebeba nefretê rûdidin giran bên cezakirin. Lê herçend 15 sal ser biryarê re derbas bûne jî haya gelek polîsan jê tine bê çi dikeve nav vê çarçevê.

Polîsa çavdêr Jeanette Larsson li Malmö dersên di vê mijarê de dide û derbarê nirxandinan de wiha diêje:

”Ji %95 em şaş dikin û ev hejmar pir balkêş in. Û wê demê mirov dibîne ku kompêtens zêde nebilinde, mirov nizane bê sûcên nefretê çi ne.”

Di nîvê salên 90 de qanûna tawanên nefretê wek reaksîyonek yekser li hember pêşketina tevgerên hêzên spî yên ku bi armanca nijadperestiyê sûc dikirin derket. Lê piştî 15 salan tê dîtin ku haya kesî jê tine bê ev wê çawa bê bikaranîn.

Di 2009ê de dema ku maçên tenisê yên Davis Cup dilîstin û koma cihû li Malmo hat tehdîtkirin balkêşiyek mezin derbarê qanûnê de peyda bû. Davis Cup ne gelekî piştî êrîşa Israîlê li hember bajarê Xezayê dihat lîstin. Wê demê li Malmö gelek cihû bi zivêrkirinan re rû bi rû man. Aciziya herî zêde jî li xaxamê civata cuhûyan Şneur Kesselman hat kirin. Di nava sê salan de wî giliyê navbera 20 û 30 sûcên bi sebeba nefretê kiriye.

”Dema ez di kuçê de li nava bajêr dimeşim, yek dikare ji otomobîla xwe camê daxîne û li hember cihûtiya min bide qîjan û xeberên xerab bêje. Ez bi êrîşên tund re jî rû bi rû mame, lê piraniya êrîshan devkîne, dibêje xaxamê cihûyan Şneur Kesselman li Malmö.

Kesselman herweha hewldanên polîsan bêkêr û bêbalkêşî dibîne.

- Mirov dikare bêje şopandin xerab in. Carna piştî çend hefteyan ji nû ji aliyê polîs tiştek dihat kirin, gelek caran jî qet deng ji polîsan nedihat.

Li Daîreya Pêşîgirtina Tawanan (BRÅ) her sal derbarê sûcên nefretê de statîstîka netewî tê komkirin. Li vir pir bi zelalî tê dîtin ku her sal li gorî sala borî çewtî zêde bûne. Ji 8500 giliyên ku wek tawanên nefretê hatibûn qeydkirin 6000 şaş bûn. Yanî polîs ji 10 caran 7 cara şaş işaret dike. Ji bilî van Encûmena Pêşlêgirtina Tawanan (BRÅ) zêdeyî 2500 kiryarên gomanbar ku dikevin çarçewa tawanên nefretê ku nehatine işaretkirin dîtine.

Pirsgirêkek ku Daîreya Pêşîgirtina Tawanan (BRÅ) destnîşan dike ew e ku her daîreyek polîs li gor xwe pîvanên sûcên nefretê dike û dinirxîne, lewra danîna statîstîkeke netewî bi xwe jî di vî warî de zehmet dibe.

Encama vê jî dibe ew ku rûdaneke li ciyekî ku wek sûcê nefretê hatî nirxandin li ciyek din dikare qet nebe sûc.

Wezîra Dadê Beatrice Ask notek xerab dide hêza polîsan:

-Belê, ji bo wê jî hewldanên perwerdê pêwist in. Yek ji karê Daîreya Pêşîgirtina Tawanan (BRÅ) ew e ku lêkolînê wê bibin bingeh ji bo birêvebiriya polîsan da ku ew karê xwe baştir bikin. Loma ev agahdarî pir girîng in û hîna pir pêwistî bi perwerdê heye.

Û li Malmö dest bi perwerdê hatiye kirin. Tevahiya polîsan wê biçin dersê da ku tawanên nefretê nas bikin û li ser kar bikin. Lê gelo çima ewqas şaşî dibin? Zehmetiyên wê çi ne?

Polîsa çavdêr Jeanette Larsson, ku dersan jî dide polîsan diyar dike ku ew bi xwe nizane sebeb çi ye, lewra ji wê re zehmet nayê, belkî jî ji ber ku wê bi salan ev kar kiriye. 

Lêkolînera tawanên nefretê û doçenta zanista huqûqî Görel Granström jî wek çavdêra polîsan Larsson difikire.

- Qanûn bi xwe netevlîhev e. Eger mirov li karê pêş ku ji qanûnê re bûye sebeb binêre mirov dibîne ku pir bi zelalî hatiye nivîsandin bê kî ber dikeve. Diviyabû şîrovekirina vê nezehmet be. Ez bawerim baldariya ji aliyê polîsan ve kêm e. Van salên dawî hem di karê polîsan de hem jî di yê dadgeran de girîngdana tawanên nefretê winda bûye.

Ev gotinên doçenta zanista huqûq Görel Granström in, derheqê zehmetiyên tesbîtkirina tawanên ku ji ber sebeba nefretê rûdidin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".