Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xeyal û rastî tên hûnandin di Parîsabad ê de

Hat weşandin fredag 15 april 2011 kl 16.07
Nivîskar Fawaz Hussain (Husên). Wêne: Zayele

Nivîskarê kurd-fransî, Fawaz Husên ji Parîsê hatîye bo seredana Swêdê, ya berîya nuha lê dijîya û cihê destpêka nivîsandina wî bû. Ew dê sibê, yekşem li kitêbxaneya kurdî li Stockholmê li ser nivîskarîya xwe û çîrokên Parîsabadê, romana wî ya dawî biaxive. 

Bo Zayele jî behsa nivîskarî, zaroktîyê û nasnameyê dike.

Fawaz Husên, nivîskar û wergêr e. Di sala 1953-ê li gundekî derdora Amudê hatiye dinyayê. Li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe berdewam dike, ew edebiyata fransî li zanîngeha helebê hildibijêre û 1979 de, berê xwe dide Parîsê û Sorbonnê bo perwerdeya asta bilind û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî.

Piştî xwendinê tê bo Swêdê çend salekî û li Swêdê bi xwe dest bi nivîsandinê dike, her bi zimanê fransî û kurdî, lê diyar e dil her bêrîya Parîsê dikir û wî vegerand wê derê.

Nuha ew mamoseteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li şaredarîya Parîsê û her li zanîngeha wî lê xwend, Sorbonnê. Di Parîsabadê de, Romana wî ya dawî,  Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.

Nivîskar Fawaz Husên, ta nuha 14 berhem çap kirinin û Parîsabad, berhema wî ya herî dawî hem bi zimanê fransî û hem bi kurdî hatîye çap kirin. Ev herdû ziman diyarin nikarin ji hev cihê bibin di hizrên Fawaz Husên de û ew bi xwe wan wekî beşekî giring ji nasnameya xwe dibîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".