Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fînlandayê dê hukûmeteke nû saz bike

Hat weşandin måndag 18 april 2011 kl 11.11
Fînlandayê hûkmeteke nû saz dike. Wêne:Fînlandayê dê hukûmeteke nû saz bike

Bêhtirînê şîroveyên swêdî piştî hilbijartinên parlamana fînlandî derbarê serkeftinên partîya neteweperest û populiztî, Sannfinländarna ye.

Partîya Sannfinländarna ya rexnedara yekîtîya ewrûpayê ye, li dij biyanîyan e û rexnegira perwerdeya mecbûrî ya zimanê swêdî ye di dibistanan de, bi 15 % dengên bêhtir anî. Ji 4% di hilbijartinên 2007 de nuha gihan 19%, tenê bi çend yekîneyan ji sedî dûrbûn ji wê ku bibin partîya herî mezin di Finlanda yê de.

Wezîrê karûbarê derve, Carl Bildt, di mikroblogê, Twitter de dinivîsîne ku encamên hilbijartinê nearmaîyê saz dike û dibêje: ” Em Fînlandayek ewropî û ji welatên bakûrî dixwazin”. Dîtinên serokê partîya sosyaldemokratan, Håkan Juholt nedûrin ji yên wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt:

- Partîya Sannfinländarna nearamîya mirovan bo pêşerojê neçê bikar tîn e. Ev partîyeke ser bingehê ku mirovan rastî hev disekinînin ava bûye, û tirsa û nearamîya bo pêşerojê kêşahêza siyaseta wan e. Bi rastî xembar e ku ev awayê tevgera siyasî li hawîrdora cîhanê mezin dibe.    

Serokê parîya sosyaldemokratan, Håkan Juholt bû.

Lê diyar e serokê partîya demokratên Swêdê Jimmy Åkesson, gelekî razî ye bi encamên hilibijartinan li Fînlandayê. Ew di şîroveyekê de dinivîsîn e ku rexneyên hember komkoçkberîyê û desthilatîyeke serekî ya ewrûpî, kêfxweşiyeke mezin e ku ew qas piştgîrî wergirtîye. Jimmy Åkesson dibêje: ”Hêvîyên min ew in ku ev yeka bi bandor be ser şîroveya swêdî jî”.

Hemû partîyên parlamanê yên din, ji bilî partîya Sannfinländarna, piştgîryeke kêmtir wergirtin. Partîya herî mezin, Samlingspartiet bû ya 20 % ji dengan anîn, partîya duemîn Sosyaldemokratan bûn bi 19 % ji dengan.

Li gor praktîka huqûqî li Fînlandayê, Samlingspartiet bi wezîfeya saz kirina hukûmeteke nû radibe. Lê nuha dê gotûbêjên hukûmetî li dar bikevin û tên taxmîn kirin ku partîya Sannfinländarna xwedan imkanên mezinin bo wergirtina cihekî di parlamanê de.

Îro partîya navendê, Centerpartiet, Samlingspartiet, partiya jîngehê, De gröna û partiya gel ya swêdî, Svenska folkpartiet di hukûmetê de rûniştî nin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".