Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dalkurd ji sezona nû bi hêvî ye.

Publicerat onsdag 20 april 2011 kl 17.32
Dalkurdê dest bi sezona 20´11ê kir
(12 min)
1 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
2 av 17
Dalkurd /wêne: Besir Kavak
3 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
4 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
5 av 17
Meydana Domnarvsvallen /Wêne: Besir Kavak
6 av 17
Meydana Domnarvsvallen /Wêne: Besir Kavak
7 av 17
Ramazan Kizil /Wêne: Besir Kavak
8 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
9 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
10 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
11 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
12 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
13 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
14 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
15 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
16 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak
17 av 17
Alîgirên Dalkurdê /Wêne: Besir Kavak

Roja şemiyê, rojek xweş ji bihara Swêdê ye. Qîz û xortên bi rengên kesk, sor û zer pêçayî ber bi meydana Domnarvsvallen ya li Borlängê ve diherikin. Ji bilî niştecihên herêma Dalarna herweha ji gelek bajarên din zêdeyî 600 kesî, piraniya wan ciwan ji bo destekê bidin tîma Dalkurdê hatine Borlängê.

Roja şemiyê, rojek xweş ji bihara Swêdê ye. Qîz û xortên bi rengên kesk, sor û zer pêçayî ber bi meydana Domnarvsvallen ya li Borlängê ve diherikin. Ji bilî niştecihên Dalarna herweha ji gelek bajarên din zêdeyî 600 kesî, piraniya wan ciwan ji bo destekê bidin tîma Dalkurdê hatine Borlängê.

Alên Dalkurdê ku pir dişibin ala kurd ya netewî wekî ku bixêrhatina xortan bikin bi bayê hînik re bilind dihejin. Ji bilindahî û libabûna alê şêrê di ala Dalkurdê de yê li kêleka rojê nexuyaye. Berya maçê coş mezin e, armanc serkeftin e, di hêvî û baweriya qizinckirinê de goman tine.

Di nav atmosfera cejn û mihrîcanê de lîstikvanên Dalkurdê derbasê meydana kesk bûn. Gurm e gurma daholê tevlî coşa temaşevanan dibe û meydan diheje.

Futbol, sîpora herî belavbûyî ya cîhanê ji aliyê milyona kes ve tê lîstin û şopandin. Ji bo gelek kom û netewan futbol herweha bûye fenomenek ku ew xwe pê îfadedikin, wê wek sembola nasnameya xwe dibînin. Du mînakên ewrûpî yên di vê hêlê de pir serkevtîne tîma katalanan Barcelona û ya Îskoçan Celtic in.

Lîstikvanên swêdî yên di tîmên ewrûpa yên mezin de dilîzin ji aliyê medya û gel ve roj bi roj tên şopandin.

Êvara ku Dalkurd bi Karlstadê re lîst maça El Classico ya navbera Real Madrid û Barcelona jî hebû. Çapemeniyê radigihand ku ev maç li cîhanê ji aliyê nîv milyar insan ve zindî tê temaşekirin.

Rast e, tu tîmên kurdan ku bi nasnameya xwe di qada navnetewî de serkevtin standibin û hatibin naskirin nînin. Lê tîmek ku li Swêdê ji aliyê hemû kurdan ve hatiye naskirin Dalkurd e. Ew bûye navendek ku îro gelek ciwanên kurd li Swêdê wê wek remz û sembolek xwe ya netewî dibînin.

Piştî ku 5 salan ser hev Dalkurd her bi pûanên herî bilind bi ser ket û di dîroka sîpora Swêdê de rekor şikandin par ew derbasî lîga yekê (Division 1) bûbû. Erê Dalkurdê xwe di lîga yekê de hişt, lê armanca taxim û dilsozan ji vê meztir e.

Em li serokê Dalkurdê Ramazan Kizil ku di nav gel de wek ”muxtar” tê naskirin digerin ji bo ku jê bibihîzin bê wan ji bo derbaskirina sezonek serkevtî çi guhertin kirine. Em Kizil di qulûba weşanê de dibînin. Dalkurdê dest bi weşana zindî di înternetê de kiriye û bêjerê maçê serokê Dalkurdê Ramazan Kizil bi xwe ye.

Eger di cîhanê de mînakên wiha hebin jî wê pir kêm bin. Em ji Ramazan Kizil dipirsin bê gelo ew çawa li vî barê ku îro girtiye ser xwe dinere? Kizil diyar dike ku ew ji her cure xizmet re amade ne û kêfxweş e ku bikaribe tiştek bike.

Belê lîstik û encamên sala par ne li gorî dilê Dalkurd û alîgiran bû. Ji bo ku di vê sezona nû de dîsa vegerin ser şopa xwe ya serkevtinên berê gelo rêvebiriya Dalkurdê çi guhertin kirine.
Ramazan Kizil dibêje wan ji awayê rêxistiniyê bigre heya bi lîstikvana û rêvebirtiye cudahî kirine.

Dewra yekem ya maça navbera Dalkurd û Karlstadê bê gol diqede. Dewra duyem dest pê dike. Piştgirî û coşa dilsozan bênavber berdewam e.
Herçend tevaya zêdeyî 600 temaşevanên li meydanê heraq û alîgirên tîma kurd in û gok piranî bi lîstikvanên Dalkurdê re ye jî di nîvê dewra duyem de tîma mêvan Karlstad golekî tavêje û ev dibe encama maçê. Di vê lîstika xwe ya yekem ya sezona 2011ê Dalkurd FF li hember Karlstad BK1-0 xisirî ji sahê dertê.

Temaşevan û lîstikvanên Dalkurdê xemgîn in. Lîstikvanê Dalkurdê Paşa hestên xwe tîne zimên û hêvîdar e ku dilsoz di desteka xwe de berdewam bin. Lîstikvanek din yê Dalkurdê Birwa ji ber encamê pir xemgîn e.

Lîstikvanê Dalkurdê Birwa xemgîniya xwe ji ber maçê û memnûniyeta xwe beramber temaşevanan digot.

Ji standina sê pûanan di vê maça zehmet de Karlstad ji aliyê xwe ve pir kêfxweş e.
- Dewra yekê bêmunaqeşe di destê wan de bû. Lê di navberê de 0-0 ji bo me baş bû. Dewra duyem de em baştir lîstin û gok derbasî qelê wan bû. Me maç bi 1-0 stand. Biserketinek ne adil bû lê carna bi vî awayî ye. Me tekoşînek baş da, lê em fêrî ku beramber ewqas temaşevan bilîzin nebûne û loma hebkî me xwe dijdand. Bêguman divê em ji sê pûanên ku me standin qayil bin.  
Antrenorê Karlstad BK Per-Johan Karlsson bû.

Antrenorê Dalkurdê Johan Sandahl destnîşan dike ku wan encam ji çend şensên pir baş ku bidestxistine negirtine û di dewra duyem de herweha lîstikvanên Dalkurdê li gorî dewra yekê ji ber ku pir westiyabûn sisttir bûn.

Gelo çi şaşî hatin kirin û dersdar wê çi dersan ji lîstika îro bigrin?
- Divê em li ser başkirina lîstikê, hevahengiyê û aliyên taktîkî bixebitin. Lê herweha di tevaya maçê de hevgirtinek lîstikvanan ya pir baş hebû.
Sandahl ji desteka alîgiran kêfxweş e.
- Bi min şahane ye. Rojek biharê mirov tê vira, evqas xelk û werdigerînin cejnek gelî. Hem Karlstad hem em pê kêfxweş dibin.  

Belê, herçend kontrola gokê di destê lîstikvanên Dalkurdê de jî bû wê ev  maça xwe ya yekem ya sezona 2011ê winda kir. Lê hîna zêdeyî 20 maçên din wê bên lîstin. Bi tîma ku heyî, lîstika ji dil û desteka dilsozan ku di vê maça yekem de derket holê, mecal heye ku her maçek wergere mihrîcanekê û helbet bi qezenckirina maçan ev coş dikare qat qat zêdetir bibe.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".