Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Riya tawanbariyê di nav malbatê de dibore

Hat weşandin tisdag 19 april 2011 kl 15.54
Wêne: Scanpix. Montaj: SR

Sedema ku bêtir bîyanî dikevine nav statîstika tawanan de girêdaya ku ew ji swêdiyan hejartirin û rewşa wan ya socio-ekonomik  jî nebaştir e. Ev li gor lêkolîna nû ya Zaningeha Stockholmê ye.Awayê mezinbûna wan, debarê dêûbaban û herêma mala wan wusa riya tawanbariyê diyar dike dibêje Jerzy Sarnetski kriminolog û lêkolîner ji Zaningehê.

- Ferqa tawanan di navbera bîyanî û swêdiyan ne girêdaya kulturê  lê girêdaya awayê ka mirov çawa mezin dibe, û ev jî ne diyardeyekê nenas e. Ev yek baş tê zanîn lê belê heta niha ev pirs tu carê bi tawan û bîyaniyan ve nehatiye  girêdan, dibêje  Jerzy Sarnecki.

Erê ev nîne ku lêkolîneran matmayî dihêle, lê dîsa jî heta niha lêkolînek ne hatiye amade kirin ku bikare hejmara bilind di statîstika tawanan de bikare şirove bike , û ev gotubêjên civakî yên dawî  vê yekê pêdivi kirine. Dibêje profesorê krimînolojiyê. Jercy Sarnecki. ( Yerji Sarnetski)

- Têkilya vê kêmanî bi tevgera hilbijartina dawî ve  heye ku ew dem pir caran tawanên biyaniyan û ferqa navbera kulturên biyanî û swêdiyan dihate bikaranîn ku wek raveyeke jê re û wek civaknaseke ku mirov vê iddiayê di asta siyasi de gotûbêj bike, lewra bi raya min divê mirov lêkolînek navxweyî pêk bîne ka ev iddia rastin yan na.

Ev lêkolîn bi beşdariya 66 000 kesan ve pêk têku di salên 1990 heta 1993 yan ji dibistana bingehîn derketine  li şaredariya Stockholma mezin û heta sala 2005 an hatine şopandinê.

Ew mêrên ku derveyê welêt çêbûne 2,6 car bêtir ji swêdiyan bi gumana tawanê ve hatine qeydkirin. Ev hejmar ji bo jinan 2,1 ji sedê ye.

Ferq  di nav nifşeya duyem ya bîyaniyan de kêmtir dibe.  Lê dema mirov rewşa mezinbûna bîyanî û swêdiyan  dide berhev  di taxên ji hev de, ew ferq bi temamî winda dibin.

- Dema mirov swêdi û bîyaniyan dide ber hev ku di heman rewşê ya socio- ekonomik de dijîn, ferqa di tawanbariyê de gelek biçûk dibin û di nifşeya duyem de ew hema bi temamî wunda dibe.

Erê, hema hema hemû ferq di navbera 66 heta 80 ji sedê, mirov dikare bêje ku girêdaya rewşa mezinbûnê ye, lê beşek biçûk ne ji vê ye û lêkolîner jî nikarin vê ronî bikin. Beşek jî diskrimine kirine li gor baweriyan.

- Beşek ji van ferqan ku ne ji mezinbûnê ye, dibe ku bîyanî di nav civakê de tên dîskrîmîne kirinê. Bi taybet ji bo cezayên demdirêj em ji lêkolînên berî de dizanin ku biyanî tên  bêtir cezayên zindanî yên demdirêj werdigirin.

Lewra  giring e kesên ku têne Swêdê divê di zûtirîn demê de bibine beşek ji civakê û piyesaya karê dibêje Jerzy Sarnetski.

- Xuyaye rewşa,  zarokên wan kesên ku karên wan hene û entegreyâ civakê bûne, çêtirin ji yên dêûbabên wan bê kar in û entegre nebûne. Ev jî bêguman wisa dide xuyan ku ya herî giring ji bo mirovan ku bibine beşek ji civakê dema têne vir  û ev jî bi hêsantirîn awayê bi xistina wan di karê re mimkûn e.

Osman Aytar jî ku di beşa sosyolojiyê de teza doktoriya xwe li ser vê mijarê amade kiriye, dibêje ku çapemenî vê babetê hinek tevihev dike û  van sedeman dide pêş, diskrimine kirin ji xwe heye lê herwuha ne tenê netewe lê  ferqekê biçûk  di nav zayendê de jî heye.

Li gor wî ketina keçikan di nav grubên kriminalitê re kêmtir e  lewra hawirdor û dêûbab bêtir li ser keçikan zêde bandor dike ku nekevine nav riyên tawanan de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".