Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Muhasibê giştî Hêza Bergiriyê rexne dike

Publicerat tisdag 19 april 2011 kl 16.16

Li Hêza Bergiriyê rexne dibe. Li gorî lêkolînek ku Saziya Serbixwe ya çavdêriya Karûbarên Dewletî, Riksrevisionen kiriye, ne zelal e bê hêza bergiriyê di rewşa krîz ango qeyranên civakî, mîna bahoz û şewatên daristanan, dikare çi bike.

Yek ji wezîfeyên hêza bergiriyê, alîkarîdana civakê te di rewşên dijwar de, lê ji şaredarî û rêvebiriyên parêzgehan re nehatiye ragihandin ew dikarin çi cûre alîkariyê wergirin, muhasibê giştî, Jan Landahl dibêje:

- Hêza Bergiriyê derametek girîng e lê ev yek di asta herêmî de nayê zanîn. Ev tê wateya ku mirov di asta herêmî de desteka ji hêza bergiriyê nahesibîne. Yan jî dibêjin qey Hêza Bergiriyê dikare bi her awayî alîkariya wan bike, Landahl dibêje.

Saziya Serbixwe ya çavdêriya Karûbarên Dewletî, Riksrevisionen, dixwaze ku Hêza Parastinê bi şaredarî û rêvebiriyên parêzgehan re bipeyive û bi wan re plan û temrînan bike. Eger berdewam kêmanî hebin, dikare encamên qeyranekê dijwar bin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".