Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyasetmedarên Swêdî li dij biryara Desteya Bilind ya Hilbijartin a Turkiyêne

Hat weşandin onsdag 20 april 2011 kl 14.30
Wêne: Scanpix.

Swêd jî wek gelek welatan nerazîbûna xwe li dij biryara Desteya Bilind ya Hilbijartinê li Turkiyê eşkere dike. Ger Turkiye bixwaze bikeve nav Yekitiya Ewrupayê divê rê bide partiyên kurdan û berendamên kurd ji hilbijartinan dûr neke.

Fredrik Malm endamê parlementoya Swêdê  ji Partiya Gel (FP) û serokê tora (nätverk) Swêd- Kurdistan dibêje ku Swêd  divê neraziya xwe bi zelalî bide nîşan ku nabe Turkiye partiyên kurdan qedexe bike û herwuha ku ketina namzedên kurdan ji hilbijartinan bide rawestandin.

- Divê Swêd dibêje Fredrik Malm ku em gelek zelal bin û ku em nikarin vê yekî qabûl bikin ku, Turkiye partiyên siyasî qedexe dike û herwuha di rewşa niha de  ketina berendamên partiyên kurd jî,  ji hilbijartinê re qedexe bike. Ger Turkiye bixwaze bibe welatek demokrat, divê ew dem hilbijêr biryar bidin ka dê kî di parlementoyê de rûne, û ne Destya Hilbijartina dewletê.

Li gor Fredrik Malm bûyerên bi vê rengê li welatê cîranê wan pêk tê, wek Iranê. Lê  ger Turkiye dixwaze xwe wek demokrat nîşan bide û bixwaze beşdarê Yekitiya Ewrupayê bibe nikare bi vê awayê dom bike.

Û ger Turkiet bixwaze vê pirsgirekê çareser bike û pirsa kurdan jî  bi riya aştî û demokratik çare bike dibêje Fredrik Malm;

Li gor Fredrik divê Turkiye rê bide da ku kurd bixwe nunerên xwe hilbijêrin û dialogeke bi wan re lidarbixin.  Ev eşkere ye ku qedexekirinên siyasî ne ku pêre mijûl dibin. Lewra dibêjin ku siyasetmedarên kurd nabe bikevine parlementoyê de.

-         Ger wisa bibe dibêje Fredrik Malm divê ew dem mirov namzediya Recep Tayyip Erdogan jî qedexe bikira. Lewra  ew bixwe jî hatiye zindankirinê. Ev tenê sedemên valane didin ber ev xuya ye ku di sistema dewletê de beş hene ku naxwazin pirsgireka kurd bi riya aştiyê çareser bibe.  Û mixabin dibêje  siyasetmedar Fredrik Malm

Wek serokê tora  (nätverka) Swêd-Kurdistan jî diyar dike Fredrik ku hedefa wan zanyariya gelê Swêdê li ser rewşa kurdan e. Hedefa din ya me xurtkirina peywendiyan e di navbera kurdan û swêdiyan. Tişta ku em niha dikarin bala siyasetmedarên Swêdê bikeşin ku bêtir Turkiyê bişidînin da siyaseta xwe biguhrinin.  Ya duyem ku em dixwazin dibêje Fredrik, bi awayekî destûr û piştgirî bidine namzedên kurd ku bikarin beşdarên hilbijartinê bibin.

Ez nizanim bi ci awayê ev çêdibe niha, lê yek ji armanca wan jî ev yek e dibêje Fredrik.

Fredrik didomine axaftina xwe ku ne tenê Yekitiya Ewrupayê rexne li Turkiyeyê dike lê herwuha konseya Ewrupayê jî bi salan e Turkiyeyê rexne dike  ji bo ku di Turkiye nahêle hilbijartinên azad pêk bên di praktikê de.

Astengiyan dide ber hilbijêran li gor Fredrik  wek mînak.

-Benda 10% deh ji sedê,  qedexe kirina partiyan ku beşdar nebin, û niha jî çend namzedan. Hewruha buhayê namzedkirinê jî gelek hatiye bilindkirin ji bo ku nekarin namzediye xwe danin. 

-Û ev hemû astengî wusa dikin ku pirinsiba hilbijartina azad li turkiyê bê qedandin.

Yek ji wan rexnegîran jî Partiya Çep ya Swêdê ye. Sekretera çapemeniya Partiya Çep duh bi peyameke ji AKP û Turkiye re nerazîbûna xwe dane xuyan.

Li gor Hediye Guzel ev darbe tenê li partiyên kurdan nakevin lê herwuha yên aliyê çepên turkan jî dikeve.

Guzel vê yekê operasyoneke siyasî binav dike û dibêje Turkiye dixwaze bi riya demokrasî yek gav babêje lê bi kiryarên xwe deh gavan paşve davêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".