Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Göteborg alozî

Publicerat onsdag 20 april 2011 kl 15.30
Keviravêj êvaran li taxan e /Scanpix

Alozî û tevlîheviyên li taxên Göteborg Frölunda û Tynnered şevê din jî berdewam bûn. Di xir û cira navbera polîs û ciwanan de çar erebe hatin şewitandin, ciwanan kevir avêtin polîsan û erebeyên rizgarker wekî ambûlans û îtfaiyê. Vagona tirênekê jî bû armanca êrîşên keviravêjan.

Bi gumanbariya texrîbatkirinê du ciwan ji aliyê dozger ve hatin binçavkirin. Şêfê polîsan yê başûrê Göteborg Peter Erlandsen dibêje:
- Ev bûyer xeter in. Êrîşbirina ser trafîka kollektîv, û xizmeta rizgarker pir cidî ne. Gelek karên din jî wek xizmeta civakî ya ji bo kal û pîran ji ber van rûdanan zerarê dibînin.

Li gor Erlandsen kesên ku van çalakiyan dikin komên cuda yên bi 10-15 kesan e. Ev ciwan piranî li Tynnered li hev dicivin.

Komeleya ciwan û dêûbavan ya li Tynnered bang li salmezinan dike ku îşev derkevin der da ku pêşî li texrîbatên nû bigrin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".