Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kakabaveh doza tezmînata karkeran dike

Publicerat onsdag 20 april 2011 kl 15.39
Parlamenter Amineh Kakabaveh /Scanpix

Parlamentera Partiya Çep Amine Kakabaveh dixwaze fîrmayên ku jeansên kevirkirî firotine tezmînatê bidin karkerên mexdûr.

Di pirsek nivîskî ji bo wezîra dewletê ya bazirganiyê Ewa Björling de Amîne Kakabaveh diyar dike ku di karê kevirkirina qotan de 50 karkerên tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û 5 karker jî seqet mane.

Ev 40 sal in li Ewrûpayê kevirkirina jeansan qedexekiriye, lê belê li Tirkî ev kar berdewam e û fîrmayên kincan yên Swêdê mîna H&M, Kappahl û Lindexê heya ku di çapemeniyê de belav nebû ev jeans ji Tirkî dikrîn.

Kakabaveh di pirsa xwe de dinivîse ku ne di cî de ye gazin ji mişteriyan bên kirin lewra wan nizanîne bê jeans kevirkirîne yan na.

Di pirsa xwe ya ji bo wezîra bazirganiyê Ewa Björling de Kakabaveh dipirse bê gelo wezaret difikire çi bike ji bo ku fîrmayên ev mal îtxalat kirine tezmînatê bidine karkerên mexdûr.

Hêjayî gotinê ye ku piştî belavbûna nûçeya jeansên kevirkirî 17 şirketên Swêdî kirîna jenasan ji Tirkî sekinandibûn.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".