Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dengên li Swêdê li dij biryara Desteya Hilbijartinê geştir dibe

Hat weşandin torsdag 21 april 2011 kl 14.10
Dengên dijê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê
(9:22 min)
Wêne: STR/Scanpix.

Reaksionên  li dij biryara Desteya Bilind ya Hilbihartinê a Turkiyê her ku diçe geştir dibe. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermendên swêdî û kurdên li Swêdê bi navkomkirinan, bi daxuyaniyan ve nerazîbûnên xwe eşkere dikin. Ew vê  biryarê wek biryareke li dijê demokrasiyê  bi lêv dikin.

Wek Partiya Gel û ya Çep, Sosyaldemokratan jî nerazîbûna xwe anîn zimên û Claes Nordmark dibêje ku ew wek parti li pişt tawanbariya Konseya Ewrûpayê ne.

-Em wek sosyal demokratan herdem li pişta pêvajoyeke demokratîk in. Ku her kesekî xwediyê maf e ku di hilbijartinek demokratîk de cih bigire.  Lewra em tawanbariya Komiteya Çavdêriya Hilbijartinê ya Konseya Ewrupayê li biryara Desteya Bilind  bilind rast dibînin û em  bi dilxweşî li van sedemên huquqî nanêrin ku bûne mahane ji bo biryara wan. Ji bo vê jî em bi tevahî li pişt tawanbariya konseya Ewrupayê ne  dibêje siyasetmedar Claes Nordmark.

-Ji bo paşda vekêşana  mercên nû ji berendaman re jî Claes Nordmark dîyar dike ku ketina Turkiyê ji Yekitiya Ewrupayê re erênî ye lewra divê kriterên Yekitiyê bikare bîne cih.

Yekitiya Ewrupayê girêdaya pêkanîna kriterên Yekitiye. Ew jî bi riya demokrasî û dayîna mafê mirovan e li gor C. Nordmark.

- Bi raya me, endametiya Turkiyê ji Yekitiya Ewrupayê re gelek erêniye ji ber ku em him Turkiye wek beşek ji Ewrupayê dibînin û herwuhaimkana Ewrupa jîheye bandorek li ser Turkiyek bike da ku berbi demokrasiyê ve biçe. Lewra jî divê Turkiyê guh bide rexneyên Ewrupayê û azadiya mafê mirovahî û azadiya bîrûbaweriyan bide. 

-  Ez hêvî dikim ku demokrasî hinek pêşde çûbe di hilbijartina îsal de û ev hilbijartin bê çavderiya leşkerean pêk bê. Lê em bi hêvîne ku baştir bibe, hinek derengî pêş dikeve lê em hêvî dikin ku zûtir pêk bê. Û  herkesek bibe xwediyê heman mafan li Turkiyê.

-   Û ev biryara dawî ku hatine dayîn ev paşdeçûnek bû.. em hêvî dikin ku em  neyên rastê van bûyeran. Desteya Bilind di pêşdeçûna Turkiyê de gavekê mezin paşde avêt. Ku di bingehê xwe de erê nî bû. Û em naxwazin van tiştan di hilbijartinê de bibînin.

Heyder Diljen mamosteyê zimanê kurdî jî bi hevkariya Hediye Guzel û sekretera çapemenî ya Partiya Çepa Swêdê, bi navkomkirinê ve vê biryarê rexne dikin. Lê ew yeka ku dilê Diljen xweş hejmara  xortên kurd, ku  nifşeya duyem in li Swêdê ku  helwesta xwe li dij biryara Desteyê didin eşkere kirin.

Heyder Diljen daxwazên xwe di daxuyaniyê de  diyar dike ku dive Dewleta Turk  dev ji vê biryarê berde  û herwuha ji Swêdê jî piştgirî li dijê vê biryarê dixwazin.. ev buye sedema gengeşiyek mezin li him li Turkiyê û him li Kurdistanê.

Claes hilbijartina sala 2007 an de li bajarê Şirnexê bû û çavdêriyan pêk anî bû. Û diyar dike ku hilbijartina wê demê him dilxweşî bû û him jî nexweşî bû.  Xweşiya wî ew bû ku kurdan diçûn dengê xwe didan. Nexweşî jî ew bûn ku di bin çavderiya leşkeran de lidardiket ew hilbijartin ku ev nayê qebûl kirin.

Gelo Swêd dikare çi bike di vê dema hanê de,dikare çareseriyek konkret bide?

Heyde dom dike û dibêje bê guman ku dikare bandor bike.

Isa Turan endamê piştgiriya mafê mirovan li turkiyê ê komiteya Swêdê dipirse da çima ev biryar di hilbijartina berê de nehatibû dayîn?

-Komiteya we dixwaze rexneyên xwe çawa bide xuyandin tu projeyek we xuyayî hene ji bo vê?

Isa diyar dike ku ew mane benda encama civîna Desteyê ku îro pêk tê, li gor encamê dê ew jî helwesta xwe eşkere bike

Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min spellista".