Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xaça Sor bi dehezaran endam wenda kiriye

Publicerat torsdag 21 april 2011 kl 14.40
Piştî krîza Xaça Sor pir endaman dev ji wan berda. Foto: Erik Abel/Scanpix.

Sala derbasbûyî Xaça Sor ya Swêdê 44 000 endam, yanî her ji pênc endaman yek, wenda kir. Sedem, skandala sîgorta û nerazîbûna xelkê ya ji meaşên bilind yên rêvebirên saziyê ye. 

Berî bi du salan di nava Xaça Sor a Swêdê de kelefek sextekariyê derket holê. Li ser vê yekê dadgeha îstinafê roja duşemê pênc sal cezayê zîndanê birrî li berpirsê ragihandinê Johan af Donner, yê ku bi xap û fenan bi milyonana kronên saziyê xwariye. 

Berdevka çapemeniyê ya Xaça Sor, Karin Tengby dibêje ev ji bo wan wendakirinek mezin e û nîşaneya nerazîbûna xelkê ye:

- Ev sextekarî di gelek saziyan de pêk tê lê pirên wan gilî nabin. Ez serbilind im ku Xaça Sor giliyê bûyerê kiriye û em berpirsyariya xwe hildigirin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".