Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredariya Sala parsektiyê qedexe dike.

Publicerat torsdag 21 april 2011 kl 15.40
Li Sala parsektî tê qedexekirin /Scanpix

Şaredariya Sala li ciyên fermî parsektiyê qedexe dike. Bi qasî ku tê zanîn ev yekem şaredariye ku tedbîrek wiha digre û ev tedbîr ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Sala ve tê destekkirin.

- Di her çaryanekê de 3-4 kes bi cî bûne. Gelek caran jî nobedar li dora wan e. Pisthî vê qanûnê polîs dikare mudaxele bike û meselê binirxîne. Ev gotinên serokê rêvebiriya şaredariya Salayê Per Olov Rapp  yê Sosyaldemokrat in.

Rapp bi berdewamî bendewariya xwe tîne ziman ku bi vê qanûnê re parsek ji rêyên trafîkê dûr kevin û destvekirin li şaredariya Sala nemîne.

Di nav van 15 salên dawî de li Swêdê gelek gotûbêj li ser parsektiyê hatine kirin. Niha şaredariya Sala van gotûbêjan gavek ber bi pêş ve dibe. Di rêziknameya şaredariyê de kurt û kurmancî paragrafek wiha tê nivîsandin. ”Parsektî li ciyên resmî qedexe ye”.

Wek sedema qedexê hêsankirina karê polîsan di nêçîra peydakirina sûcên ku li ser navê parsektiyê dibin tê nîşandan. Wek mînak bazirganiya mirovan.

Şaredariyên Swêdê li gor qanûna nîzamê mafê wan heye ku bi armanca birêkûpêkîya bajêr destûrnameyan derxin. Ev destûr dikarin derbarê etaran, teqereqê, destvekirina li kolanan û hwd be. Lê hemû biryarên ku rêvebiriya şaredariyê ji bo nîzamê dide divê ji rêvebiriya wîlayetê re bê şandin û eger wîlayet bipejirîne ew dibe qanûn.

Biryara şaredariya Sala jî ji wîlayeta Västmanland re hatiye şandin. Eger rêvebiriya Västmanlandê tu dijîtiya vê bendê bi yasayên din re nebîne û qebûl bike, daxwaz wê bibe qanûn û ji 1ê gulanê û pê ve li Sala wê parsektî bê qedexekirin.

Wê demê yên ku li hemberî qedexa parsektiyê derkevin wê cezayê pera li wan bê birîn. Cudakirina karê parsektiyê ji perekomkirina bi mexseda xêrxwaziyê li Sala wê bibe wezîfa polîs. Şaredarî destvekirinên ji bo rêxistinên alîkar wek Xaça Sor, yan adetên mîna pîr’ebokên hêkesorê ku di cejnan de digerin qedexe nake.

Şaredarê bajêr Per Olov Rapp bawer nake ku di tarîfkirina parsektiyê de tu pirsgirêk derkevin û dibêje ”ez bawer im polîs di karê xwe de ewqas profesyonel e ku bikaribe biryar bide bê yek parsek e, yan xêrxwaz e. Wekî ku hinek îddîa dikin wê ti polîsên ku pey muzîsyenan dikevin dernekevin. Ev tedbîr ji bo jiholêrakirina bazirganiya mirovan û karê ne li rê tê girtin”.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".