Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Hemwelatîbûn tenê ne têr e"

Hat weşandin torsdag 21 april 2011 kl 16.11
Dr.kerîm Hesen. Wêne: Zayele

Hemwelatîbûn tên jimartin ji mafên bingehîn bo mirovekî, îro gelek kurd li rojavayê Kurdistanê bê nasname dijîn, beşek din jî bi carekê re ne qeyd kirî nin di sîstema hukûmetî de li Sûrîyê. Ji van kesan re dibêjin biyanî û mektûm.

Malbata Kerîm Hesen, ji malbatên ji salên 1960 de bê hemwelatîbûn li welatê xwe.  Ji ber dexta miletî ya tund ser hukûmeta sûrî, bi daxwaza guhertinan, demokrasiyê û hem jî rakirina hukûmetê bi xwe, di vê dema dawî de sozên bi lez pêşkêşî milet bûnin. Yek ji wan dana hemwelatîyê ye, lê diyare Kerîm Hesen û miletê derketinin ser cadeyên sûrîyê nabînin ev yeka têr e.

Dengê nerazîbûna miletê Sûrîyê roj bi roj bilindtir dibe û herçend ku ragihandina rewşê di hundirê welat de zehmet e, her dîsan jî bi awayên teknîka bi lez ya îro, wekî Youtube, Facebook û Twitter, nûçe û rewşa siyasî digihêje çapemenîya cîhanî û ya Swêd jî yek ji wan e.

Peyamnêra radiyoya Swêdê li rojhilata navîn, Cecilia Udden derbasî Sûrîyê bû û di van rojên dawî çend rapor ragihandin. Yek ji wan derbarê rakirina rewşa awarte ya 40 salî bû li Sûrîyê. Di heman demê dê hêza îstixbaratê sûrî hêrîşî xwepêşanderên ser cadeyan kir. Kerîm Hesen, vê guhertinê wekî xapindinekê dibîn e.

Di vê dema dawî de jî çend meş û xwepêşandan li Stockholmê li dar ketin ji aliyê opozisyona sûrî ve li Swêdê, bo piştgîrîya miletê Sûrîyê û daxwazên wan. Kerîm Hesen, yê bi xwe doktorê dirana ye, rojekê ji siyasetê dûr neketîye û îro ji ber çalakî û tevgerên siyasî nikare vegere welatê xwe.

Ew gelekî giring dibîne ku danûstandinên kurdan bi swêdiyan re xurt bin bo bandor û dextên siyasî ser hukûmeta sûrîyê bikin. Lê li gor dîtinên wî giring e guhertin ji hundirê welat ve bê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".