Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Giranî ser aborîyê di civîna Putin bi Reinfeldt re

Hat weşandin onsdag 27 april 2011 kl 13.33
Giranî ser aborîyê ye di seredana serokwezîrê rûsî de bo Swêdê. Wêne:Jessica Gow/Scanpix.

Serokwezîrê Rûsyayê Vladimir Putin bo seredan li Swêdê ye û îro dê bi şahê swêdê re û serokwezîr, Fredrik Reinfeldt re bicive li Stockholmê. Ev seredana Putin ya yekem e bo Swêdê ji sala 2001 dema ew wekî serokê Rûsyayê hatibû seredan.

Putin û Reinfeldt dê herweha hevkarîya derbarê Arktis û deryaya Barents û herweha kampanyayên birêvebirên rûs bo nûjen kirina civata rûsî şîrove bikin.

Tên payîn jî ku Şirketa Ericsson peymana derbarê navendeke lêkolînê ya nû li derveyî Moskoyê binivîsîn e. Li gor daxuyaniyek ji hukûmeta rûsî dê giranî û fokûsa vê seredanê ser hevkariyeke giran be di warê sektora lêkolîn û teknolojiya bilind de.

Vladimir Putin şandeyeke endustrî û bazirganîyê bi xwe anî ye bi birêveberayetîya miliyardêrê petrol û madenê Viktor Vekselberg, yê projeya avakirin û sermayerazandinê li Skolkovo li derveyê Mosko bi rê ve dibe. Ew cihê Rûsya nuha ”Sillicon Valley” ya xwe ava dike.

Hukûmeta rûsî perên taybetî bi nêzîka 40 milyar kron amade kirîye bo pêşxistina Skolkovo da bibe navendeke teknolojiya bilind.

Peywendîyên swêdî-rûsî hîna jî sar in, herçend e bazirganîya navbera herdu welatan de bi 600 % bêhtir bû ye di van deh salên dawî de. Rûsya rexna li Swêdê dike ji ber durûtiya Swêdê û biçûkxistina Rûsiyayê. Lê ji şerê Georciya de sala 2008, hêdî hêdî peywendîyên herdu welatan nermtir dibe, dema wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt doktrîna Rûsya bi ya Hitler re li ewrûpaya navendî dan ber hev kir.

Ew jî piştî ku Swêd kişandina gazê, Nord stream ya rûsî di novembera 2009 de qebûl kir. Borîya gazê ya di deryaya baltîk de derbas dibe. Per Månson, sosyolog li zanîngeha Göteborg, behsa astengîya navbera Swêd û Rûsya dike:

- Astengîyek girêdayî Swêd û Rûsya heye eger tu bide ber Danmark û Norwêjê de, Swêd li paş ma ye ji alîyê hevkarîyên bazirganî de bi Rûsya re û gelek hewil danin ku vê yekê bi tirsa swêdî ji Rûsya ve ronî dikin.

Lê dîyar e îro peywendîyên herdu welatan karin bêhztir jî bibe dema peymaneke hevkarî û bazirganî bi hev re girê didin. Rûsya beriya nuha peyman bi 13 welatên endamên yekîtîya ewrûpayê re nivîsandî ye.

Putin û Reinfeldt dê herweha hevkarîya derbarê Arktis şîrove bikin, ya Rûsîya nuha dixwaze derxistina neft û gaza xwezayî bêhtir bike jê. Swêd di demeke nêzîk de jî serokatîya dezhgeha hevkar, encûmena Arktis bi rê ve dibe. Deryaya Barent jî tên şîrove kirin di vê seredanê de.

Pirsên bazirganîyê li alîyekî û li hêla din jî pirsên mafê mirovan, ya serokwezîrê Swêdê beriya nuha anîya ziman û rexne li Rûsyayê û li ewleyîya hiqûqî kirîye. Herweha rexneyên Putin jî hebûn li hêza piştgîrî ya leşkerî li Lîbyayê û ya Swêd tê de beşdar e. Ew bi nearamî li nêzîkbûna Swêdê bo Nato yê dinerin.

Lê rêxistinên mafên mirovan ji serokwezîrê Swêdê dixwazin ku vê firsetê bi kar bîn e û daxwaze mercên parastineke bi hêz bo bervedêr û parastvanên mafên mirovan li Rûsyayê bike.

Robert Hård, sekreterê giştî ye bo Civil rights defenders:

-Mixabin e, lê em dibînin bê çi dibe, bi kêmanî derbarê rewşa wan bervederên mafên mirovan yên çalakdarin li bakûrê Kavkasya. Yên kar dikin bo balê bikişînin kasên wenda dibin, bi hezaran kes ji herêmê wenda bûnin ta nuha.

Ku ev kesên dikevin bi zor û êşê de, û yên tên revandin û bi bi bêdengî tên kuştin bêyî ku kesek sûcdar bê mehkeme kirin. Divê rewşa van kesan bên şîrove kirin ûi bal bên kişandin ji aliyê cîhanî ve, û herweha ku wê parastina pêwîst werbigirin bo karibin xebata xwe berdewam bikin.

Ji berjewndîya Swêdê ye ku van pirsan şîrove bike, ji ber bi alîkarîya van berverdêr û parastvanên mafên mirov em karin Rûsyayek ewle û rûniştî bibînin, û ev yeka bo Swêdê û berjewendîyên wê bo demke dirêj, baş e.

Lê warin henin ku Swêd û Rûsyayê karin hevkaryê tê de bikin. Swêd û Rûsya rewşa Afganistanê şîrove dikin û peymaneke taybetî dihêle alavên leşkerî ser Rûsyayê re bi rêya balefiran bên şandin bo hêza leşkerî ya swêdî li Afganistanê. Rûsya dixwaze hevkarîyê bi Swêdê re bike derbarê xebata hember narkotîkayê di welat de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".