Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mala kalûpîran de alkolvexwarin serbest dibe

Hat weşandin torsdag 28 april 2011 kl 10.13
Wêne: Mathilda Gustavsson/SR

Piştê salekî din di  salona xwarinê ya mala kalûpîran de, dê bikarin mey û alkol bi xwarina xwe re vexwin. Ev pêşniyaz ji lêkolînek tê ku îro pêşkêşê hikumetê dibe. Di dema îroyîn de tenê di çend malên kalûpîran de ev pêk tê, û şaredarî jî xwediyên qaideyên cûda hene li ser dayîna alkolê. Hewruha qanûna alkolê jî gelek lawaz e.

Wezîra Temenmezin û Tendûristiya Gel Maria Larsson ji rojnameya Dagens Nyheterê dibêje ku dê qaideya belav kirina alkolê dê zelaltir bibe.Ev pêşniyaz ji Rêxistina dijê Alkolvexwarinê  ve ( Nykterhets organisationen) tê rexne kirin. Berpirsa rêxistinê Anna Calrstedt dîyar dike ku vexwarin di nav temenmezinan de bilind dibe, bi taybet jî ya pîrejinan.

Anna Carlsted xemginiya xwe dîne zimên ku hebûna alkolê herderê ne pêdivî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".