Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

M alikerên xwe yên aborî dîyar dike

Hat weşandin torsdag 28 april 2011 kl 11.34
Foto: Scanpix.

Îro Partiya Muhafazakaran/Moderaterna li ser pirsa  eşkerekirina alikariya aborî ya partiyê radiweste. Moderat bi Partiya Mesihî re  Kristidemokraterna bi zelaltirîn awayê li dij raporkirina vekirî bûne ji bo alikariyan  ku partiyan wergirtine. Sedema vê yekê jî ku integriteya kesên alikarî didin bê eşkere kirin û sirên hilbijartina wan bê jî bê xuya kirin.

Lê îro sekretera Sofia Arkelsten radigihîne ku partî dê navên wan kesan dê eşkere bike ku salê  20 000 bêtir didine partiyê. Sofia Arkelsten biryara nû ya partiya xwe amaje dike.

-Ev ji bo me giring e, lewra du gengeşîyê me çêbûne li ser vê. Yek ji wan pi desteka Rexistina seraserî (Landorganisationen)  ji Sosyaldemokratan re û ya din jî alikariyên xweserî ji partiyan re ye.

Bi raya me lewra giringe ku gavekî ji bo eşkerekirinê biavêjin.  Me vê yekî ji bo zêdekirina eşkerekirinê kiriye, û ka em bibînin dê Sosyaldemokrat çi bikin dibêje Sofia Arkelsten.

Sofia Arkelsten qala guherandina qaideyan nake. Ev tê wateya ku him Moderat dê navê wan kesên alîkarî dikin eşkere bike him jî pêşwaziya partiyên din dikin ku bi vê armancê hevpeymanek dilxwazi li ser finanske kirina partiyê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".