Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Eşkere kirina destdirêjîyan di warê werzişê de

Hat weşandin torsdag 28 april 2011 kl 13.38
PatriK Sjöberg, Viljo Nousiainen û Yannick Tregaro. Wêne: Scanpix.

Bilindhilavêjer Patrîk Sjöberg eşkere dike ku ew û gelek kurên din yên genc di bin destdirêjîya cinsî de bûn ji aliyê rahênerê binavûdeng , Viljo Nousiainen, yê di sala 1999 de mir. Vê yekê di kitêba xwe ya nû de dinivîsîn e.

- Wî wekî testeke zanîyarî bi nav dikir, û wekî werzişvanek divê laşê xwe bi awayên cuda bipîve û herweha testên spermayê jî çê bike, wekî wî digot bi armanca pompe kirina temrînan.    

Bilindhilavêjê swêdî, Patrîk Sjöberg di hevpetivîna li gel bernameya nûçeyën televîzyona Swêdê, Aktuellt re dibêje ku carna her serê heftîyekê edelat dipîvandin û masajên bi awayên cuda dikirin.

Bi 2.42 mitir, Patrik Sjöberg sala 1987 bû şampîyonê cîhanî di warê bilindhilavêjîyê de, wê demê ew 22 salî bû û pêşketinên wî di warê werzişê de wî kir efsane di vî beşî de. Rahêner û zirbavê wî Viljo Nousiainen jî bi nav û deng bû û ji wê demê de bi sedan ciwan di warê bilindhilavêjîyê de temrîn kirinin û ew rahênerê gelek bilindhilavêjerên swêdî yên serkeftî bû.

Di kitêba ” Det du inte såg”, ya bi wergera kurdî dibe ” Ya te ne dît ”, bilindhilavêrê norwêcî jî, Christian Skaar Thomassen dinivîsîne ku heman tişt bi serê wî jî de hatîye û doh jî rahêner Yannick Tregaro eşkere derket û behsa destdirêjîyên cinsî yên bi serê wî de hatî kir, û yên bi destê heman kesî bû, Viljo Nousiainen:

- Di 12-13 salîya min de dest pê kir, astengîyên dêûbavên min hebûn wê demê di mal de û min berê xwe da Viljo û bi wî ve hatim girêdan. Belkî dora salekê berîya mirina Viljo bû dema min bi carekê re stopek danî bo destdirêjîyê. Min hilbijart ku ez wêneyek Viljo ya xeyalî ava bikim, ya dilkêş û şeng bû.

Patrik Sjöberg yê îro di 48 salîya xwe de ye, tenê 11 salî bû dema destdirêjiya cinsî ya rahêner û zirbavê wî dest pê kir û berdewam kir ta bû 14-15 salî dema nerazîbûna xwe eşkere kir.

Wekî ew bi xwe dibêje ew wê demê mezin bûbû û nema êdî balkêş bû bo Viljo Nousiainen. Li van destdirêjîyan ba polîs nehatin gilî kirin, lê hem Patrik Sjöberg, Yannick Tregaro, Christian Skaar Thomassen piştrastin ku zerer li gelekê din jî bûye û dê nuha ew kesana bi wêrin derbarê vê yekê biaxivin.

Piştî vê eşkrere kirinê, şîrove û reaksyonên bi hêz ji aliyê werzişvanên Swêdê ve li dar ketinin, bi taybetî behsa zehmetbûna şîroveya vekirî derbarê destdirêjiyan cinsî di warê werzişê de. Bilindhilavêjerê berê Stefan Holm ecêbmayîye ji ber agahdarîyên nuha belav bû nin. Ji 15 salîya wî de Viljo Nousiainen mamoste yê wî bû:

- Min bi Yannick û wê grûpê re danûstandîye di 20 salan de û çûmim kampên temrînan bi Viljo re û min tiştekî ecêb nedî ku ne asayî be, îca bo min ev yeka xerîb e.

Seroka yekîtîya giştî ya werzişê, Karin Mattsson Weijber, tiştê li dar ketîye gelekî mixabin dibîn e. Ew dibêje ku bûyerên bi vî awayî ne asayî nin, lê ku çend rewşên baldar sala par derketin meydanê.

Ji ber berîya çendekê ve yekîtî kar dike bo destûra çavdêrî kirina rahêner û birêvebirên werzişê hember lîsteya tawan de. Herwekî mafê dibistan û pêşdibistanan dema kar didin mamoste yan pedagogên nû. Karin Mattsson Weijber dibêje armanc û prînsîpên nû bi rê de nin:

- Me polîsî ango xetek heye ku bêhtir wekî rênîşandanekê ye, ya alîkarî û rênîşan kirinê dide bo birêvebir û komeleyên dixwazin wê bi kar bînin. Îca ev rêyek e, û ez bawer dikim bi eşkere kirina vê bûyere, çav vekirinek nuha çê bûye. Ez bawer dikim her li ku derverê jî be, mirov hizra xwe piçekî dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".