Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Saab ji derdê xwe difilite

Hat weşandin fredag 29 april 2011 kl 11.21
Wêne: SR

Wusa dixuyê ku Saab ji pirsgerekê tê filitandin, piştî ku Daireya Giştî ya Deynê / Riksgälden û General Motors,  ji pardariya Antonov re erê kirine. Bi erêkirina Daireya Deynê re pejirandina hikumetê jî tê payîn û ew dem  tenê bankeya sermayedariyê Ewrupayê dimîne.  Europeiska Investering Banken.

Lê ka sermaya Antonov têr dike gelo. Ev 3 heftê ne ku hilberandin rawestiyaye û ziyanek mezin daye şirketê. Di sêmehên dawî de, xwediyê Saabê Spyker  Cars wendakirina bi 700 milyon rapor dike.

Di van sêmehan de nêzikê 11 hezar otomobil hatiye hilberandin.  Firotina wan nagihije 80 hezar otomobilan di salek de li gor berpirsê Spykers Victor Muller.

Antonov ji ber galegotan ku pareşûştinan mecbor mabû ku beşa xwe li Speykerê bifroşe.  Dema şirket sala 2010 de Saabê kirîbû.  Lê wî herdem dixwest ku dîsa bibe pardar. Niha daxwaza peydakirina 30 milyon ewroyê dike ku nêzikê 30 ji sed dengên şirketê ye. Lê ihtimal e ku ev pere têr neke li gor Bo Lundgren ku duh ragihand.

-Ev têr nake lê bi pereyên din re dikare paşdexistinek ava bike ku bikarin disa hilberandina otomobilan bikin dibêje Bo Lundgren şefê Daireya Giştî ya Deynê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".