Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Rexne li biryara dezgeha koç tên kirin

Hat weşandin måndag 2 maj 2011 kl 15.20
Wêne:Sveriges radio.

Dezgeha koç biryar daye dayikeke nexweşa derûnî, xwedan hizrên kuştina zarokên xwe ye, ji Swêdê red bike tenê û bi zarokan re.Herçend jî dezgeha xizmata civakî nirxandibû ku ev jina bixeter e û nabe li Swêdê bi tenê be bi zarokan re.

Ev agahdarî li gor lêkolînên beşê nûçeyên radîyoaya Swêdê, Ekot û hem jî nûçeyên kanala P3 pê rabûnin.

Ev dê bi xwe ji Uzbekistanê ye û herdu kurên wê, du û çar salî li Swêdê ji dayik bûnin. Dê bi xwe nexweş e û lêhûrnerîna doktor û dezgeha xizmeta civakî biryara vê yekê danin. Bavê zarokan divê herdem li mal be bo meterisya ser zarokan ji ber dayika wan bi xwe.

Lê ji ber ku bav ji Azerbajanê ye, divê ew bi serê xwe bên vegerandin bo Azerbajanê û dê bi zarokan re tên şandin bo Uzbekistanê.

Herçend herdu zarok li Swêdê jî ji dayik bûnin, her dîsan jî dezgeha koç li mafê wan yê penaberîya hember Uzbekistanê dicerîbîn e, welatê dayika wan jê hatîye. Û birayar nuha ew e zarok bi dîya xwe ya nexweşa derûnî re tên şandin bo Uzbekistanê:

Şefê hiwqûqî yê dezgeha koç, Mikael Ribbenvik dibêje ku qanûndanîn ji vî alîve bisînorkirî ye:

- Derbarê nexweşiyan, sînorên mezin henin di warê qanûndanîna swêdî de. Bo parastinê, imkanên berfireh henin bo manê. Eger mirov bi pêwîstîya parastinê be ji welatekî, wê demê karin parastinê werbigirin.

Lê dema derbarê nexweşiyan be, qanûndanîn bi awayekî din e. Ribbenvik dibêje eger dadgeh biryar dabe bo rewşeke taybetî, wê demê mecala me tune ye em bandorê ser hukmê bikin.

Û berdewam dike û dibêje ku hukûmet nuha lêhûrnerînek li dar xistîye, taybetî bo bibînin bê eger dadgeha koçê, imkanên qanûnê baş bikar anînin û başîya zarokan li pêş de xistibin, yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".