Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şaredarî bêhtir piştgîrîya ciwanan dikin

Hat weşandin måndag 2 maj 2011 kl 15.45

Şaredarîyên Swêdê piçekî baştir bûnin di warê sazkirina peywendîyan de û pêşkêşkirina piştgîrîyê bo ciwanên zû dest ji dibistanê ber didin. Lê raporeke dezgeha dibistanan, Skolverket, diyar dike ku hîna jî kêmasî manin.

Ji berîya şeş salan de qanûneke heye dibêje, şaredarî divê çavdêrîya rewşa ciwanên zû dest ji gymnasiumê, ango xwendina navendî ber didin, bikin û piştgîrî bi awayên cuda pêşkêşî wan bike bo ku dûr ji civatê nekevin.

Bêhtirînê caran derbarê pêşkêş kirina perwerdeyên berdewamî nin, karên cuda yan jî cihên praktîkê.

Encam nirxandinên dezgeha dibistanan diyar dike ku şaredarîyên, ji berê bêhtir, nêzîka 63 % , xwedan planên kirinê nin. Û serpêhatin diyar dikin ku planek wisa erênî û posîtîv e bo hevkariya navbera şaredarîyê û ciwanan de.

Lê 6 % ji şaredarîyan, ango 17 şaredarî bi carekê re li rewşa van ciwanan na nerin û guh nadin pêşeroja wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".