Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Anders Wallner bi giranî birîndar bû

Hat weşandin måndag 2 maj 2011 kl 15.51
Siyasetmedar Anders Wallner ji partîya jîngehê. Wêne: Leif R Jansson/SCANPIX

Siyasetmedarê ji partîya jîngehê, Anders Wallner yê 27 salî yekşemê şevê bi giranî birîndar bû bi kêrîkê, di şêlandineke biçek de ba tunnelbana Albyê li derveyê Stockholmê.

Hêrîşa bi kirê piştî nîva şevê li Albyê li dar ket, û li gor polîs, Wallner piştî hêrîşê, xwe gihandibû tunnelbanê Skärholmen û li wê derê dewrîya polîs wî peyde kir bi birînên kêrikê yên giran.

Wallner beriya nuha bi demekê ji alîyê komîteya hilbijartinê ve hatibû pêşniyar kirin bo wezîfeya sekreterê parîyê yê nû, bo kongreya partîya jîngehê di gulanê de. Polîs nuha dest bi pêşlêkolîna derbarê şêlandina biçek ya giran, kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".