Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Saab peyman bi Hawtai ya çînî re dinivîsîn e

Hat weşandin tisdag 3 maj 2011 kl 10.31
Produktionen står stilla på grund av dålig ekonomi. Foto: Magnus Hjalmarson Neideman/Scanpix

Rewşa Saab Automobile li Trollhättan kare çareser bibe ji aliyê şirketa siyaran ya çînî ve Hawtai Motor Group, ya nuha dê milyarek kron deyine ser Saab ya di rewşa krîzê de ye nuha.

Peymana hevkarîyê navbera Saab û Hawtai de sêşemê li Pekingê hate da nasîn û derbarê çêkirina siyaran e, teknîk û belvkirinê jî. Bi vê hevkarîyê tên texmîn kirin ku bazar bi heman awayê vebû bo Volvo PV yê, dê her bo Saab Automobile jî bên vekirin.

Hevkarê çînî Hawtai dê 120 milyon euro deyne ser şirketa serekî ya holendî Spyker Cars, û ya dê 30 % ji sermayeya peradarîyê bide Hawtai. Ji bilî wê jî 30 milyon euro bi deyin didin Saab bi fayizek ser 7 %  di dirêjayîya şeş mehan de.

Martin Sköld, analîzerê siyaran li zanîngeha Handels li Stockholmê bawer dike ev derbarê ava kirina baweriya bi navê markê ye:

- Pirsên herî mezin di warê dîsan ava kirina baweriya bi navê markê ye. Em rojan e nabînin fabrîk tên girtin bi vî awayî û careke din hema wekî ku tiştek li dar neketibe. Tu şirketên din yên çêkirina siyaran ev yeka beriya nuha nekirinin.

Ew nuha bi wê armancê nin ku vê hevkariyê wekî çareyeke rûniştî û bo demeke dirêj diyar bikin, bo ku hem yên kiryar jî bi vê yekê hest bikin. Pirsa herî giring ev e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".