Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qelewbûn nexweşiya jibîrkirinê çê dike

Hat weşandin tisdag 3 maj 2011 kl 15.01

Li gor lêkolîneke swêdî, yên zêde qelewin yan yên qelewin di navsale de – bi 80 % bêhtir ji kesên bi giranîya normal, dikevin xetera ku bi nexweşiya Demens bikevin dema pîr dibin, nexweşiya jibîrkirinê.

Herçend kîloyên yekî bêhtir bin her xetera bi nexweşiyê ketinê jî mezintir dibe. Du lêkolîner ji înstîtua Karolînska yê, Laura Fratiglioni û Weili Xu encamên lêkolîna xwe di kovara bijîşkî ya bi navê Neurology de çap kirinin.

Di rewşa îro de nêzîka 150 000 swêdî bi nexweşiya demens ketinin û bi dirêjbûna dema jiyana me her dê hejmara wan bêhtir jî bibe.

Yên lêkolîner li bêhtir ji 8500 cêwîyên swêdî di 65 salîyê de û berjor de nerînin. Wan cotên cêwî yên yek ji wan bi nexweşiya demens ketibû, analîz kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".