Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doktor bê staj bikin, destbi karê dikin

Hat weşandin onsdag 4 maj 2011 kl 14.02

Ji nîvî bêtir doktorên nû perwerdekirî  bê rêberî di payîna dema staja xwe de dest bi karê dikin di cihê kesên din de ev li gor lêkolînek e Sveriges Yngre Läkares Förening / Komeleya Diktorên Xortên Swêdê . Ev dibin  rîsk ji nesaxan re.

Cihekî di qanûnê de  nehatiye nivîsandin ku doktor mecborin rêberî werbigirin lê Ulla Fryksmark ji konseya dermanê ji Daireya Giştî ya Civakê /Socialstyrelsen diyar dike ku doktorên nû mezûnbûyî ku rêberî wernegirtine rîskan ava dike.

- Bêguman risk heye ku teşhisek şaş bê  dayîn , û di destê wan de zanyarî û tecrubeyên wan jî têr nake dibêje  Ulla Fryksmark.

Piştî xwendekarên bizişkî diploma xwe distînin divê hinek bêtir li xwendina xwe de dom bikin. Xizmeta Giştî divê bikin berya ku nasnama xwe ya doktoriyê werbigirin. Di vê demê de ji aliyê doktorên xwedî tecrube ve tên perwerdekirin.

Lêkolîna ku Komeleya Bizişkên Xort ên Swêdê, amade kiriye nîşan dide ku bi sedê 82 ji wan kesên ku xizmeta fermî dikin berya ku xizmeta xwe ya fermî bikin dest bi karê cigiriyê kirine jî. Ev jî li gor komeleyê cihê xizmeta fermî kêm e lewra, lê herwuha ji ber ku gelek ji wan jî daxwaza cihên populer di bajarên mezin de dikin. Ji wan kesên ku karê cigiriyê /vikarie kirine berya karê xizmeta fermî, 63 bi sedê ji aliyê hevpîşê xwe ve nehatine rêberî kirin di dema karê cigiriyê de.

Helena ku di rastiyê de navek din lê heye, diplomaya xwe ya bizişkiyê sala par wergirtiye û piştî vê demê wek bindiktorî di Navenda Lênêrînê de li Skåneyê de kardike di payîna Xizmeta xwe ya Fermî de.

Ew ji me re behsa rojek xwe li karê dike.

-Çarikek bi nesaxeke dikeve gelek caran, ew dem divê mirov pêbigihije ku li êşên nexweşê bizane, teşhîs bide  û awayê dermankirinê peyda bike û dibe ku hawaleyek jî binivîsin.  Gelek caran dema ez bi xwe nabewer bim ji yên din dipirsim û nêrînên din jî dixwazim.

Helena dibêje ku ew bi dilxweşî li benda xizmeta fermî ye, lewra giraniya karê dê siviktir bibe jê re.

-De çiqas xweş be ku destbi Xizmeta Giştî bikim, ew dem dê tempoya karêm ji yê niha siviktir bibe û berpirsiyarî jî kêmtir bibe. Ew dem ezê bêtir rêberî werbigirim, bêtir perwerdehî lê kêmtir berpirsiyarî. Ji min re seyr e birastî berya ku nasname werbigirin berpirsiyariyek wiha mezin digire.

Xizmeta Fermî ku bi swêdî Almäntjänstgöring e piştî perwerdehiya bizişkîyê mecboriye ji bo ku xizmeta xwe ya spesîalist bikin û nasnameya xwe ya bizişkiyê werbigirin.

Xizmeta Fermî/ staj demsinûrkiriye ku karkirinek bi  kêmanî 18 mehan e. karkirina wek cîgirî cihê, Xizmeta Fermî nagire. Û nasname pê nayê dayîn.

Xizmeta Fermî divê di bin rêberiya  bizişkên xwedi tecrube de bê kirin.

Herwuha di dema xizmetiyê  divê mirov karê xwe di navbera bizişkîya hinavî û spesialistên nişdaran de bi 9 mehan vehevbeş bike. heryak ji wan divê kêmanî 3 meh bigirin.

En hindik 3 meh jî divê wek nav beşa psykiatriyê şagirtî bikin. Di dawîya stajê de divê 6 meh jî di nav bizişkiya giştî de kar kiribin.

Kamûran Incî 28 salî ye û perwerdehiya xwe ya bizişkiyê sala 2008 de qedandiye. Kamûran jî wek bizişkek xort bi riskên bizişkiyên bê staj baş dizane û giringiya wê jî dîne zimên.

Ji ber ku ew zû bi giringiya stajê haydar bûye  ku neketiye davika karên cigirî û yên din û hema piştî perwerdehiyê staja xwe pêk aniye û doktora xwe qedandiye. Herçend girtina wergirtina stajê jê re dijwar jî be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".