Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Destê Antonov di hevkarîya Saab ya nû de heye

Hat weşandin onsdag 4 maj 2011 kl 14.09
Bazirganê rûs Vladimir Antonov . Wêne:Adam Ihse/Scanpix.

Bazirganê rûs Vladirmir Antonov bandor kir ser şîroveyên bazarî navbera Saab Automobil û şirketa siyaran ya çînî Hawtai de. Ya di dawîyê de jî, di peymaneke hevkarî de hate serî.

Herçend Antonov hîna jî nehatîye qebûl kirin wekî pardarekî resmî di Saab de. Peyivdarê wî li Swêdê, Lars Carlström vê yekê eşkere dike. Doh Saab û Hawtai li hev kirin di ser hevkarîyeke bi wateya ku, Hawtai ya çînî dibe pardar di şirketa xwedanê Saab de, Spyker Cars.

Li gor Lars Carlström, Antonov xwedan bandor bû ser bê kîjan şirketên çînî bazar bi Saab re kirinin. Herçend daîreyên resmî, wî wekî pardar qebûl nekirinin, her dîsan jî wekî dîyare ew tên jimartin wekî pardar:

- Desthilatîya wî heye bêje bi kê re binêt e hevkarîyê bike. Em ferz dikin, lê ku hukûmet û EIB wî wekî pardarekî di Saabê de qebûl bikin.

Lars Carlström, şefê skandînavî ye bo şirketa Vladimir Antonov Converse Group, û haya wî ji rewşa bazarî ya Saab heye di hewildana komkirina perexistinên nû de. Û li gor wî destê Antonov di peymana hevkarî ya di navbera Saab û Hawtai ya çînî de hebû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".