Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Astengdar arîkariya ku mafê wan e wernagirin.

Publicerat onsdag 4 maj 2011 kl 14.50
Astengdar beramberî heqaretên mezin tên /Scanpix

Şaredarî bi qestan biryarê dişêrîşênin, taloq dikin ji bo ku heqê ceza nedin û bi vî awayî kesên astengdar beramberî heqaretên mezin tên. Ev encama rapora Rêvebiriya Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) e ku li 70 malên komî yên Qanûna Destek û Xizmetê ji bo hin astengdaran (LSS) lêkolîn kiriye.

Gelek şaredarî Qanûna Destek û Xizmetê ji bo hin Astengdaran (LSS) dixin bin lingan

- Bûyerek pir cidî ye ku mirovek bi salan, bi egera ku ew dikare xwe birîndar bike destê wî paş ve girêdayî tê hiştin. Divê bê zanîn ku LSS qanûneke ji bo mafê mirovên astengdar, da ku ew bikaribin têkevin nav jiyanê û jiyanek xweş derbas bikin. Armanc bi LSS ew e ku astengdar bikaribin wek kesên saxlem bijîn. Mînaka kesê ku bi salan girêdayî hatiye hiştin, li dij armanca LSS e. Mînakek din jî ya nexweş heye ku lawikek 14 salî di odeyek kilîtkirî de bi tenê dihat hiştin.

Ev gotinên rêvebirê Giştî yê Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) Håkan Ceder in.

Destdirêjiya li hember kesê di kursî de ji berê ve ji aliyê Socialstyrelsen ve tê şopandin. Mirovê di kursî de  ku Håkan Ceder behs dike 25 salan bi şev û roj paş ve girêdayî hatibû hiştin.

Dibe ku mînakên wiha îstîsna bin lê dîse jî ev herdu mînakên ku Håkan Ceder dide nîşan didin bê kêmasiyên çiqas mezin hene.

Belê, kesên astengdar arîkariya ku heqê wan e wernagirin. Gelek şaredarî Qanûna Destek û Xizmetê ji bo hin astengdaran (LSS) dixin bin lingan. Şaredarî bi qestan biryarê dişêrîşênin, taloq dikin ji bo ku heqê ceza nedin. Bi vî awayî kesên astengdar beramberî heqaretên mezin tên. Ev encama rapora Rêvebiriya Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) e ku li 70 malên komî yên LSS lêkolîn kiriye.

Håkan Ceder bi berdewamî dibêje ku gelek dem digre heya ku mirov mafê xwe bi dest têxin. Pir caran jî di pêşwazîkirin û bersivdanê de tiştên nexweş dertên û miameleyên ku nayên qebûlkirin tên kirin. Pirsgirêka sêyem jî ew e ku rewşa malên komî (gruppbostad) ne di kalîteyek bilind de ne. Ev gotinên Håkan Ceder, rêvebirê serek yê Rêvebiriya Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) in.

Şaredarî herweha guh nadin pêşniyazên ku ji bo malên komî jî hene. Tê destnîşandikirn ku pêşkêşiya kar û çalakiyên dema vala û teşwîqkirinên din jî kêm in. Ji bo malên komî LSS pêşniyaz dike ku herî zêde 5 kes hebin. Lê li şaredariyên ku dihêlin ji 5 astengdaran zêdetir di malekê de bi cî bimînin bi cî anîna vê daxwazê zehmet dibe.

Li gor rêvebiriya giştî ya karûbarên civakî ji bo ku şaredarî qanûna LSS baştir bînin cih divê kompetensa wan bê bilindkirin. Loma Socialstyrelsen vêga di nav hewldanekê de ye bê çi şert ji xebatkarên LSS bên xwestin.

Göran Stiernstedt, şêfê lênêrîn û guhpêdanê li şaredarî û parêzgehan (SKL) jî hin kêmayiyên di pîvana metod û mexsedên rêvebiriya xebata LSS de dibîne û di heman baweriyê de ye ku şertên zelaltir pêwist in.

Herçend 17 sal ser derxistina qanûna LSS de buhûrtine jî hîna qanûn baş nayê şopandin gelo sedem çi ye? Göran Stiernstedt wiha bersiv dide:
- Gelek tiştên wiha hene ku pir wext dixwin. Car caran ev bi çand, adet û helwestan ve girêdayî ne.

Farhad Jahanmahan, ji Navenda Kêmendamên Kurd li Swêdê jî, balê dikşîne ser zehmetiyên ku rapora Socialstyrelsen destnîşan dike û dibêje eger mirov biyanî be û astengdar be zehmetî duqet in.

Şêfê lênerîn û guhpêdanê yê şaredarî û parêzgehan Göran Stiernstedt  û rêvebirê giştî yê karûbarên civakî Håkan Ceder guneh dixin stuyê nezelaliya qanûnê, nezaniyê û wext.

Lê, Farhad Jahanmahan qanûna LSS kêm dibîne û dibêje qanûnek nû ku mafê kêmendam û astengdaran di nav xwe de dihewîne pêwist e.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".