Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hukûmet perên kêmtir datîne ser lênerîna tirênan

Hat weşandin onsdag 4 maj 2011 kl 14.29

Berîya nuha bi demekê hukûmet ragihand ku dê 800 miliyon kron deynin ser baş kirina lênerîna tora rêya hesinî.

Lê bi xwe di rastîyê de, lênerîna vî warî kêmtir dibe, rojnameya Dagens Industri vê yekê dinivîsîne piştî ku li hejmarên daîreya çûnûhatinê nerî ye.

Li gor lêhûrnerîna van hejmaran, daîreya resmî 400 milyon kêmtir datîne vê salê ser warê lênerîna rêyên hesinî, danberhev bi sala par re. Ango ji 7,4 milyar kron, vê salê dibe 7 milyar bi temamî.

Hoya vê yekê jî ew e ku daîreya çûnûhatinê di sala 2010 de kredîtek bi kar anîbû bo çareserkirina lênerîna dema zivistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".