Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêviyên hevwelatiyên YE zû tên şuştin

Hat weşandin torsdag 5 maj 2011 kl 10.32
WÊne: Bertil Ericson/Scanpix.

Hevwelatiyên YE, piranî  ji Romanyayê û Polonyayî ku ji bo kar têne Swêdê, herku diçe bêtir dibin, bêyî vexwendinên fermî ji şirketan. Ev yek ji bo gelek ji wan û  hevwelatiyên welatênsêyem re tê wateya ku li Swêdê bê mal  dijîn.

Saliu ji Ghanayê 10 sal li Ispanyayê jiyaye. Ew 2 hefte berê hatiye Swêdê ji bo karê di beşa avakirina avahiyan de.  Û wî tama xewa li kolanan de hildaye.

- Di kolanan de,dibêje Saliu  hema nava kolanan de, û ez hînê vê jî nebûme dibêje Saliu ji SR internationel re.

Gelek ji wan ji Romanyayê ne, û ji Polonyayê ne, lê gelek komên biçûk jî, ji bakûr û navenda Afrîkayê tên, ku wek hevwelatiyên welatên sêyem tên nasîn. Ango kesên ku ne hevwelatên Yekitiya Ewrupayê ne, lê ew kes  an li welateke ya Yekitiyê de, jiyan kirine an jî kar kirine berya ku bêne Swêdê. Gelek ji wan destûra rûniştinê û karê  hene li welatekê Yekitiyê wek Ispanya, Italya an jî welatek din li Ewrûpayê.

Niha Crossroad bi hevkariya gelek  rêxistinên dilxwaz û şaredariya Stokcholmê re projeyekî  lidarxistiye, ji bo piştgiriya van kesan bikin.

Tenê li Stockholmê nêzikê 400 bîyani ku  hevwelatên Yekitiyê ne di rewşekî şerpezeyîde dijîn li gor rêxistina alikariyê Stadsmissionen. 

Beşa Civakî li Stadsmissonen her rojê  pêşwaziya 80 penaberên hêza karî dikin ku tên lokalên wan de li Stokcholmê  û daxwaza xwarin û cihê razanê dikin.  Stadsmissonen  ji heyva duyem heta heyva çarem lêkolînek pêk aniye ji bo ku bizanin ka kî ne têne Swêdê, pêdiviyên wan û berjewendiyên wan.

Ev proje ji aliye Fonda Civakî ya Ewrupayê ve tê finanse kirin û  hewruha çend rêxistinên idêel jî wek, Frälsningsarmên, Stockholms Stadsmisson, Stockholms Stad û Daireya Karî jî di vê hevkariyê de ne.

Arto Moksunnen şefê çalakiyê li Stadsmissonen jî dipeyîtine ku gelek kes bi xewn û hêviyên mezin têne vir, ku zûbezû karekê peyda bikin, lê hêviyên wan zû tê şûştin.

-Peydakirina karê ji van re gelek dijwar e.  Berya ku bênê vir wêneyekî têrfantazî ya Swêdê heye, gelek caran hatine xapandin bi biletekê giranbuha ya otobusê û  bi peymanên mal û karê ve. Cihê  gelek ji van kesan qenepeyeke demborî ye dibêje Arto Moksunen.

Gelek ji kardêrên swêdî destûrên legal yê rûniştandinê û karê ji Ispanyayê û Italyayê nasnakin, ku mafê karê li hemû Ewrûpayê heye.

Paola Moscatelli ji Daireya Karî li Stockholmê, Arbetsförmedlingen dibêje ku ev cihê kerbvekirinê ye ku mirov qaideyên Yektiya Ewrûpayê nasnake, dema ku di gelek branşê karê de bang li hêza karî dikin.

-Crossroads dikare herroj pêşwaziya 100 mêvanan bike. piraniya wanên serdaniya lokalên Södermalmê dikin navbera 20 ta 50 salî ne.

Tevî dijwariyên xwe ve projeya Crosswordê bi 5 rêberên  Yekitiya Ewrûpayê, şefek yekîneyê, û birekê dilxwazên  kû bi wergerandinê ve, mamostetî,  û herwuha piştgiriya dadgerî ve alikariya van koçberan  dikin. Û pêdivî her diçe mezintir dibe dibêje Arto Moksunen.

Dema  Saliu ku  dixwaze bi riya Daireya Karî ve karekî peyda bike, herku diçê kêm dibe. Lewra ew dixwaze vegere Ispanyayê ku demek nêzik de karekî li Swêdê peyda neke.

-Erê ezê vegerime Ispanyayê. Li Ispanyayê ez li kolanan ranazêm qet nebe.  Ez ji bo kar hatime Swêdê. Ger ez li vir sernekevim,  mecbor im vegerime wir dibêje Saliu ji Ghana.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".