Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd penaxwazên ji Lîbyayê pêşwazî dike

Hat weşandin torsdag 5 maj 2011 kl 10.39
Wezîrê koç, Tobias Billström doh amade bû ser sînorê navbera Misr û Lîbyayê. Wêne: Paul Madej / Scanpix

Swêd, welatê yekem di yekîtîya ewrûpayê de derîyê xwe bo 200 penaxwazên tên anîn bi hevkarîya dezgeha penaxwazan ya neteweyên yekgirtî ji Libyayê.

Dora 6000 mirov, bêhtirînê wan somalî, erîterî û sûdanî nin ji Darfur îro ser sînorê Lîbyayê asê manin. Ew ji ber nakokîyën li Libyayê revîya nin, lê nikarin li welatên xwe vegerin.

Swêd welatê herî bêhtir penaxwazên bi rêya neteweyên yekgirtî tên, wer digire danberhev bi welatên din re di hundirê yekîtîya ewrûpayê de. Wezîrê koç, Tobias Billström doh amade bû ser sînorê navbera Misr û Lîbyayê:

-Ew mirovên em dê wan pêşwazî bikin, kesin bi pêwîstiya parastinê nin, jin in û zarok in. Û bêguman zerer li wan bûye û xembarin di rewşa ew îro tê de dijîn.

Ji alîyê berpirsiyarîya yekîtiya ewrûpayê ve bo wergirtina penaxwazên ji welatên hêrîş lê bûbe, bi destê welatên rojavayî ve, Tobias Billström dibêje ku berpirsiyarî divê berîya hertiştî ji prînsîpên alîkarîya mirovahî ve bê, û ji vî alî ve Swêd herdem di rêza pêşî de ye.

Lê di heman demê de jî dudil e ji aliyê nîşanên mînakî ve di vê pirsê de. Ew dibêje cuda bûn heye di vê rewşê de, ne welatên rojavayî dest bi bombe kirinê kirin, lê Kadaffi bû yê dest bi kuştina miletê xwe kir, yên daxwaza demokrasîyê dikrin. Û berisva Billström bo pirsa eger ew dê di demke nêzîk de berê xwe bide sînorên Sûrîyê jî, bo pêşwazîya penaxwazên sûrî, dibêje ku ev yeka ne dûr e:

-Ev yeka ne dûr e, ku em dê mixabin pêşketineke xembar û hişik bibînin ji alîyê desthilatîya sûrî ve hember miletê xwe. Îca ez dûr nabînim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".