Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sûrî bernameya Ronahî ji Swêdê diweşînin

Hat weşandin torsdag 5 maj 2011 kl 13.33

Sûrîyên li Swêdê dijîn banga xwe bi weşanên televizyonî ji Swêdê bilind dikin. Serîhildana hember rejîma sûrî û serokkomarê wê Bashar al Assad ne tenê di hundirê Sûrî de ye, lê hem li derveyê welat jî.

Li gor TT, buroya rojnameyan ya nûçeyan, li Stockholmê bi xwe beşek ji weşana kanala dij rejîmê ya bi navê Barada tên tomar kirin.

Bernameya li Stockholmê tên tomar kirin bi zimanê kurdî ye û navê wê Ronahî ye. Weşanên kanalê ji Londonê bi rêya satelîta Nile sat ve tên weşandin û digihêje herêma Sûrîyê.

Lê diyare karmendên li Stockholmê kar dikin zanin bê encamên vî karî karin çi bin û zanin ku rejîma sûrî, eger negihêje wan kare bigihêje malbatên wan li Kurdistanê û zererê li wan bike.

Beriya nuha bi demekê Wikileaks ragihand ku kanala Barada li London bi peryên Amerîkî tên bi rê ve birin, lê ji aliyê kanalê ve vê yekê bi carekê re înkar dikin û ragihandinin ku bi perên sûrîyên dewlemend û ne bi yên welatan hatiye damezirandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".