Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Akademisyenên bîyanî karên beredayî dikin

Hat weşandin fredag 6 maj 2011 kl 13.56
Akademisyenên bîyanî
(6:15 min)
Wêne: Nesrin SR Zayele

Bîyanî bêtir di kara yekem  de asê dimînin û ji  karê li gor perwerdeya xwe dûr dimînin. Ev li gor lêkolîna  Buruya Statistik ya Navendi ye ku ji Yekitiya Sendikaya Civaknasan Jusek re amade kiriye. Ew dibêjin ku ev xetek şaşe.  Lêkolîner Josefin Claesson  nerazîbûna xwe bilêv dike ji me re.

- Di reforma bingehdaninê de çend awayên teşwiqan heye ku  dike nav çewtiyê te. Ev li dijê kareke dizivire , her kijan bibe û di zûtirîn demê de. Ger planeke demdirêj nebe herwuha sermiyaneke xort ku bikare çerxê aliyê din ve vezelîne, dê ev kes dê di karên beredayî de asê bimînin. Dibêje Josefin Claesson.

Galina Drozdowa socionom e û li Moskovayê xwendina xwe kiriye. Ew sa lû nîv berê hatiye Swêdê û hê nû karek wek kontorist peyda kiriye

- Min  di beşa civakî de li kar digeriya wek asistan socialê dibêje Galina.

Nêzikê 27 hezar  civaknas bi diplomaye welatê derve li Swêdê jiyana xwedikin. Tişta hevbeş ji wan kesan re, karpeydanekirina wan e.

- Di pîşeya min de, dibêje Galina Drozdova kar peyda kirin dijwar e, lê bawer dikim ku ev girêdaya swêdiya min ya nebaş e.

Lêkolîna Jusekê nîşan dide ku 2 ji 3 akademisyenan ku karek ji asta xwe nizimtir wek kara yekem li Swêdê girtine, li wir asê dimînin. Josefin Claesson jê vê bûyerê re dibêje tesîra daxistî.

-Ke di demekê zû de di kariera xwe de karê beşa xwe negirin, pir caran di karek ne li gor xwe de asê dimînin, ku  mirov berevajê vê binêre, kesên ku kar ji asta xwe bilindtir de destbi kar dikin, ji sedê 91 ji wan dimînin di vê karê de. Dibêje Josefin Claesson.

Ev berya hertiştê 4 awayên xebatê ne ku serdikevin li gor lêkolînê. Swêdiya intensîv, kursên mijarên din, peyitandina puanên welatên wan û tora têkiliyê ya profesyonel.

Ew kesên ku bi Ingilizî diaxivin hêsantir kar peyda dikin. Ekonom Menent Beyhan 2 sal berê ji Turkiyê hatiye û piştî 7 mehan kar peyda kiriye jî. Ew ji mekanizmaya asêmana di karekî de matmayî nine.

 Lê her çend riska asêmayîna karekî nizim jî hebe, Jusek şîret li karkeran nake ku  dev ji karên xwe berdin.

Ev li gor Galina jî rast e.

-Bi raya min destpêkirina karekî giring e , her çi jî be.  Hebûna karê ji nebûnê çêtir e dibêje Galina Drozdova.

Haki ji Iraqê ye, li Iraqê kimyaya Teknîkî xwendiye û di vê beşê de kar kiriye.  13 sa lin li Swêdê ye û di karên cûrbecûr de kar kiriye lê wek karê paqijiyê, şofortiya taxîyê, rastoranan de û li ser avahiyan de û li ser riyan kar kiriye. A niha jî ew û çend hevalên xwe ku ew jî biyanî ne din ve hefteyek e destbi karê li ser riyek li taxa Stockholmê Östermalmê karê xwe  dikin.

Haki dibêje ku zehmete karê di beşa xwe de li vir peyda bike.

Di beşa taxiyê de ku gelek xwendekarên bilind hene ji aliyê kardêr Bawer Coskun ve jî tê peyîtandin. Li gor bawer ji sedê 30 heta 40 ji wan kesên taxî diajon îro xwedi perwerdeyekî bilind in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".