Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gemeni dixwaze bibe pardar di Saabê de

Hat weşandin fredag 6 maj 2011 kl 14.28
Wêne: Scanpix.

Diyare ne tenê şirketa çînî Hawtai ya dixwaze bibe pardar di şirketa xwedanê Saab de, Spyker Cars, lê her fona Gemeni jî ya li Bahamasê qeyd kirîye, bi wê armancê ye.

Li gor ragihandinên weşana radiyoya Swêdê, SR Väst, nuha deyinek bi 30 miliyon euro ji şirketê re hatîye qebûl kirin. Ev yeka di daxwaznameya Saab de ya giheştîye destê Riksgälden, ango xezînedarîya dewletê diyar dibe.

Gemeni beriya nuha xwedan pareke biçûk bû di Spyker de, lê nuha ew para ji 10 % mezintir dibe ya dihêle ku xezînedarîya dewletê mecbûr dibe li rewşan wan binere û wan biceribîn e.

Li gor Unni Jerndal, şefa peywendîyê ya xezînedarîya dewletê, dê ji nuha ve dest bi karê daxwaznameyê bikin lê ew bi duristî nizanê bê wê çend dem bikişîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".