Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cihên zarokên penaxwaz di şaredarîyan de kêmin

Hat weşandin fredag 6 maj 2011 kl 14.43

Peyda kirina şaredarîyên dixwazin zarokên penaxwaz yên bi serê xwe hatinin Swêdê qebûl bikin, di dema lênerîna daxwaza mafê wan yê penaxwazîyê de, bi zehmetir û bi zehmetir dibe.

Li gor hejmarên nû tenê ji her serê sê zarokên penaxwaz re yek, mafê cihekî di şaredariyan de vê salê derdikeve. Li gor pêşbînyan, nêzîka 550 cihên nû di şaredarîyên cuda de pêwîst in, cihê zarok karin lê bijîn û daxwaznameya wan ya penaberîyê lê bên ceribandin.

Lê mecilisên wîlayetan yên danûstandinê bi şaredarîyan re dikin bo peyda kirina cihên nû bo van zarokan, bawer dikin ku tenê 200 cih di hundirê vê salê de karin bên peyda kirin. Ta nuha dora 40 cihî amade bûnin.

Tên bawer kirin ku di vê salê de dê 2400 zarok û ciwanên di bin 18 salîyê de daxwaza penaberîyê li Swêdê bikin. Ta 30 nîsanê, nêzîka 670 daxwaznameyên penaberîyê yên zarokên bi serê xwe hatibûn di hundirê vê salê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".