Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE dixwaze Swêd bacê ji komeleyan bistîne

Publicerat fredag 6 maj 2011 kl 17.02
Yekîtiya Ewrûpa dixwaze Swêd bacê ji komeleyan bistîne
(9:43 min)
Osman Aytar pêşhniyaza YE xeter dibîne /Wêne: Besir Kavak

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa di dawiya adarê de serlêdana hukûmeta Swêdê ya derheqê sînordanîna bacê ji bo komeleyên îdeel de red kir. Halê hazir sektora îdeel ya Swêdê bacê nade.

Swêd di serlêdana xwe ya destpêka salê de, pêşniyaz kiribû ku komeleyên hatina wan bin milyonek kron re ye, hesab nedin. YE ku qanûna swêd destvekirî dibîne, pêşniyaza Swêd jî red kir.

Baş e, YE çi ji Swêd dixwaz e? Qanûnek wiha wê çi guhertinan bi xwe re bîne û ev wê bandorek çawa li ser komelan bike

Ji daxuyaniyên hukûmetê kifş dibe ku Swêd wê zû bi zû teslîm nebe. Wezîrê aboriyê Anders Borg di ragihandineke çapemeniyê de diyar kir ku ewê vê biryara YE îtiraz bikin û li ber xwe bidin da biryar nebe qanûn. Anders Borg got:

”Sektora îdeell beşek girîng û hêja ye di civaka Swêd de û gelek kesan elaqedar dike. Em naxwazin perê bacê ji wan bistînin”.

Doktorandê Sosyolojiyê û mamosteyê zanîngeha Stockholmê Osman Aytar bawer nake ku armanc hevrikî û konkurrens e. Aytar dibêje: ”Mesele nêrîna abori ye lê talûkeyeke mezin e. Burokrasî wê zêde bibe. Ev zerarek li hember jiyana sivîl e. Ne mesela edaletê û konkurrensê ye.

Baş e, erkên kasedarê komeleyekê îro çi ne? Me ev pirs ji Ranew Mohydin kir. Ranew kasedarê Federasyona Xwendevan û Akademisyenên Kurd (KSAF) û xwendevanê Ekonomiyê li zanîngeha Stockholmê ye.

Ranew diyar dike ku hesabdarek divê meqbûz, çek û fatureyan li hev kombikin û dema pêwist bû nîşanê endamên xwe bikin ku kar rast hatiye meşandin.

Eger hat û YE qanûna xwe li ser Swêd ferz kir û li Swêd jî bacstandin bû qanûn ev wê çi nûbûn û guhertinan bi xwe re bîne? Parêzer Mahmût Baran zehmetiyên aborî û karê îdarî ku dê rûbidin tine zimên:

Li gor hesabdarê KSAF Ranew Mohydin eger karê îdarî girantir bibe xelk wê nexwazibin bibin hesabdar.

Ji aliyek din ve Swêd, bi hejmara pir ya komeleyan bi nav û deng e. Li Swêdê derdorê 200 hezar komele û 32 milyon endamên komelan hene. Ev tê wê wateyê ku her swêdiyek endamê 4 komeleyan e.

Osman Aytar ji bilî bargiraniya îdarî, herweha balê dikşîne ser rolê komeleyan di civakê de. Lê di van salên dawî de ku ragihandina teknolojiyê pêşketiye û Internet ketiye hemû malan de ev ji rêxistin û komeleyan jî xweguhertinan dixwaze. Osman Aytar diyar dike ku rêxistin û komele jî bi reknolojiya pêşketî re divê xwe nûbikin.

Ji bo guhdarîkirina raporê li deng guhdarîbike

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".