Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Konferansa kurdolojiyê li Duhokê

Publicerat fredag 6 maj 2011 kl 17.40
Duyem konferansa kurdolojiyê ya navnetewî li Duhokê
(8:48 min)

Zanîngeha Duhokê û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi hev re, li Duhokê, di navbera 1 û 3yê gulanê de konferansa kurdolojiyê ya navnetewî li dar xistin.

Xebatên kurdolojiyê di dawiya sedsala 17an de bi rêwiyên ewrûpî dest pê kir û bi piranî ji aliyê wan ve hat berdewamkirin. Lê di vê sedsala dawî de gelek pispor û lêkolînerên kurd jî derbarê beşên kurdolojiyê yên mîna ziman, wêje, huner, siyaset û folklora kurdî de berhemên hêja weşandine.

Yekem Konferansa navneteweyî ya Kurdolojiyê, di sala 2006ê de li Hewlêrê pêk hatibû. Konferansa îsal ya di destpêka gulanê de ku li Duhokê hat lidarxistin konferansa duyem bû.

Yek ji amadekarên vê konferansê mamoste Reşo Zîlan bû. Zîlan bi rêya telefonê armancên konferansê diyar kirin.

Doktor Xalid Xeyatî yek ji beşdarên konferansê bû ku ji Swêdê çûbû. Ew duh ji Kurdistanê vegeriya. Xeyatî li studyoya Zayele bersiva pirsên me da.

Ji bo bihîstina tevaya raporê li deng guhdarî bike

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".