Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bîyanî karên beredayî dikin lê hinek çareya xwe bixwe dinivîsin

Hat weşandin onsdag 11 maj 2011 kl 13.53
Wêne: Nesrin Kilicarslan/SR

Gelek caran bîyaniyên Swêdê, karekî li gor perwerdehî û azmûnên xwe peyda nakin. Bawer Coskunê 29 salî  çareya serê xwe bixwe peyda kiriye û her çend ew jî di branşa taxiyê de kar bike jî, wî ji perspektîvek din destpêkiriye. Ew taxî naajo lê dide ajotin û niha jî firmayek nû ava dike.  Bila Bawer bixwe behsa firmaya xwe bike.

Dengê strana kurdî li taxekî  paytexta Swêdê, Stockholmê de belavê kolanê dibe. Di germahiya biharê de 3, 4 xort kincên karê li xwe kirine,  bi kêf  û ken bi hev re yariyan dikin, stranan dibêjin û beşdariya stranê dikin.

Di destê yekî de çakûç,  yekî de firçê, û ê yekî de potikek heye ku çi dikeve destê pak dike.

Lê di  destê berpirsiyarê de telefon,  di lingan de baz û mejiyê wî
de planên cûrbecûr digerin.

Firmayê li ser oto şûştinê ye lê ne şûştineke rojane ye.  Ev rêbaz ji bo xwezayê jî rêbazekê baş e, ku li gor Bawer ev yekem e li Skandinavyayê.

Bawer naxwaze qala rêbazê xwe bike berya ku dikana xwe veke lê fikirên xwe yên li ser firmaya xwe û armancên xwe ji me re xweş amaje dike. Ev firma nû ye lê ev çend sal in ku ew bi karên xwe bi xwe re mijûl e.

Bawer di xortaniya xwe de ketiya nav karên xwe bixwe de, baş e , ma wî perwerdehiyek taybet dîtiye, dibistaneke bilindde xwendiye gelo?

Xuyaye xwendinek taybet pêkneaniye Bawer Coskun lê niha dixwaze . Perwedehiyê wî jê re kar peyda nekiriye, lê karê wî jê re perwerdehî dide hilbijartin.

Bawer bêtir li ser fikirên firmaya xwe û çiroka destpêkirina karê xwe dike ji me re û di derbarê  ka vekirina firmayekê de çi ji mirov tê xwestin  jî ji me re bêtir agahî dide. Wî firmaya xwe mezintir kiriye lê dixwaze hê jî mezintir jî bike.

Ez ji Bawer dipirsim da gelo di nav karkeran de bêtir biyanî hene an Swêdî?

Bawer jî di nav firmaya xwe ya taxî de bêtir bîyaniyan dibîne ku lêkolîna Buroya Statistika  Navendî jî dabû aşkere kirin. Da ku gelek biyanî di karê beşa perwerdehiyê nabînin lê di karê ji asta xwe jêrtir de kar dikin. Gelo çima karên din nagerin û cima di heman karê de asê dimînin û xwe pêşde naxin? Ma nikarin riyek din peyda bikin ji xwe re. Bawer dibêje ku ji hinek ji wan re hêsantire karê taksîyê.

Bawer dibêje ku did estpêkê de hevalên wî gelek pê kenîne, lê niha planên wî herku diçe mezintir dibe. Gelo Vekirina firmayekî çawa dibe, bi ci riyê dibe, dijware , hêsan e ?Ji bo siberojê Bawer bi hêvî ye, û him dixwaze xwezaya xwe biparêze him jî nasûdora xw re jî bibe destekek.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".