Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmasî û xumamî di civînê kurdan de

Hat weşandin måndag 17 oktober 2011 kl 13.41
Civînên nezelal
(12 min)
1 av 3
Bîranîna Mişel Temo li Stockholmê /wêne: Beşîr Kavak
2 av 3
Cîgirê serokê KNKê Bengî Haco /wêne: Beşir Kavak
3 av 3
Civîna Kongra Netewî ya Kurdistanê /wêne: Beşîr Kavak

Bi armanca ku kurdên Swêdê bêhtir nêzîkî hev bibin Kongra Netewî ya Kurdistanê - KNKê duh li Stockholmê civînek li dar xist. Lê di heman danê rojê de civînên din yê kurdan jî hebûn û di civînê de gotûbêj û gazinên li ser kêmasî, nezelalî û koordînekirinê derketin pêş

Duh, roja yekşemê wek ku hatibû pîlankirin li navenda Stockholmê, li ABF huset KNKê civîna xwe li dar xist. Lê di heman demê de li taxek din ya Stockholmê li salona Kista Träff bi sedan kurd tevlî bîranîna Mişel Temo bûbûn. Loma hîna di destpêkê de cîgirê serokê KNKê Bengî Haco diyar kir ku ev zêdeyî mihekê ye ew bi amadekirina vê civînê re mijûl in û nerazîbûna xwe anî zimên.

Belê, civîna Kongra Netewî ya Kurdistanê bi van gotinên Bengî Haco yên reşbîn dest pê kir û her di vê atmosferê de jî civînê berdewam kir. Hejmara beşdarên civîna KNKê derdorê 40 kesan bû. Ji rojhilatê Kurdistanê Partiya Demokrat ya Kurdistanê, ji başûr Yekîtiya Niştimanî Kurdistan - YNKû Goran û ji bakur jî nûnerê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di civînê de axavtinên axavtinên pêşkêş kirin û peyamên tifaqê dan.

Lê, civîn ne li gor dilê amadekaran bû û belkî jî ji bo wilo ji peyamên giştî pê ve tiştek zêde nehat gotin.

Ji ber ku di heman danê rojê de, li heman bajarî çar civîn hatibûn pîlankirin. Yek civîna KNKê, ya duduya bîranîna Mişel Temo, ya sêya semînerek ser kurdên Rojava û civînek Komela Çandî ya Kurdî.

Piştî aşkerebûna bîranîna Mişel Temo li Kista, semînera li ser rojavayê Kurdistanê hat betalkirin, lê her sê kombûnên din pêk hatin. Ango civîna KNKê li ABF, bîranîna Mişel Temo li Kista Träff û civîna Komela Çandî ya Kurdî, ew jî li ABF.

Civîna Kongra Netewî ya Kurdistanê bi mebesta baştir koordînekirina karûbarê rêxistinên kurd hatibû pêkanîn, lê di amadekirina civîna KNKê xuya bû ku kêmasiyên mezin yên koordînekirinê derketine, heya ku gelek civîn tên li dar xistin.

Mamosteyê Zanîngeha Stockholmê Osman Aytar di civîna KNKê de bal kişand ser du aliyên vê kêmasiyê. Aytar got, ji hêlekê ve ev delîlek tevgerê ye, lê ji hêlek din ve delîlek koordînekirina xerab e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî pêşniyaza Osman Aytar ew bû ku berya lidarxistina civîna ew dîyalogek baş bikin û aliyên din jî bêxin nav amadekaran.

Kêmasiyek din ya mezin ku di civînê de xuyabû hîna di nameya vexwendinê ya KNKê de beloq dibû. Vexwendin bi van rêzan hatibû kirin: ”Em wek KNK komîta Swêd, hemû partî û hêzên kurdî û kesayetî û rêxistinên civata sivîl vedixwînin Panela Dîyalog û Hevkariyê. Hemî hêzên kurd ji gelê xwe re dîtin û nêrînên xwe li ser hevkariya netewî bînin ziman û pirsên gel bidin bersivandin”.

Vexwendin, bê ku bernameyek, yan mijarek konkrêt bihewîne nava xwe bi van rêzan hatibû nivîsandin û şiyandin.

Cîgirê serokê KNKê Bengî Haco jî di axavtina xwe de bi dirêjî behsa Kurdistanê û rewşa kurdan kir û di dawiyê de daxwaz ji beşdaran kir ku projeyan ji KNKê re pêşkêş bikin.

Derbarê vê nezelaliyê de jî çend gotinên Osman Aytar hebûn û Aytar rexnegir bû. Wî xwest ku siyasetmedarên kurd dev ji gotinên ku herkes dizane, yên wek "em bindest in û çar parçe ne" berdin û daxwazên xwe zelal bikin. 

Li ser mesela konkretbûn û zelalbûnê Osman Aytar herwiha bal kişand ser pirsgirêka ala Kurdistanê ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê xwe jê dûr dixe û xwest PKK helwesta xwe zelal bike û ala Kurdistanê qebûl bike.

Di hemû meş, şev, xwepêşandan û konferansên kurdan de pirsgirêka alê derdikeve pêş. Ji bilî PKKê giş rêxistinên kurd ala ku li Komara Kurdistanê ya li Mahabadê hatiye bilindkirin wek sembola netewî dibînin. Lê bi qasî ku xuya dike alîgirên PKKê xwe jê dûr dikin, yan jî helwestek ku ji aliyê gel ve ne zelal tê dîtin heye.

Di xwepêşandanek berya niha de me ev pirs ji seroka Federasyona Komelên Kurdistanê Şermîn Bozarslan kiribû û wê anîbû zimên ku tenê pirsgirêk ji bo wan ala Kurdistanê ye.

Nûnerê Partiya Karkerê Kurdistanê Mahîr di civîna KNKê de axavtinek pêşkêş kir û got divê êdî kurd berjewendiyên netewî ser berjewendiyên hizbî û partî re bigirin. Loma me jê pirsî bê gelo ev ne gotinek paradoksal e dema hem mirov wiha dibêje hem jî ala partî û serokê xwe herdem dide pêşiya ala Kurdistanê.

Mahîr got hurmeta wan ji ala Kurdistanê re heye, lê sembolên wan bi xwe jî hene û xwest ku ev pirsgirêk di konferasek giştî de bê halkirin.

Belê wek ku me di destpêkê de jî got di heman rojê de li taxek din ya Stockholmê, li Kista Träff bîranîna siyasetvanê kurd yê ku berya du hefteyan li Qamişlo hatibû kuştin Mişel Temo hebû.

Bîranîna Temo ji aliyê Partiyên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hatibî amadekirin û bi sedan kes beşdarî bîranînê bûbûn. Di bîranînê de berpirsên rêxistin û partiyan daxuyaniyên xwe dan û li ser Temo helbest hatin xwendin.

Derbarê rexneyên ku ji aliyê civîna KNKê hatin me ji amadekarên bîranînê û yek ji birêvebirên Encûmena Kurdên Sûriyê Emîn Silêman pirsî bê ji bo çi wan ev bîranîn xistine heman roja ku KNK civîna xwe li dar dixe. Emîn Silêman got ev tenha wext bû ku bi dest me ket û girîng bû ev bîranîn neyê taloqkirin.

Di bîranîna Mişel Temo de atmosferek xweş hebû heyanî ku bîranîn qediya û gel karkir ku derkevin. Mixebin di derketinê de du malbat ji ber pirsgirêkên şexsî pev çûn û şer kirin. Hat zanîn ku ti sebebên siyasî li pişt pevçûnê nebûn.

Belê, duh kurdên Swêdê car din civîn û kombûn li dar xistin, lê bi hin kêmasî û xuyaye ev derd û êş hê demek din jî wê berdewam bin. Kongra Netewî ya Kurdistanê pîlan dike ku di 22-23ê cotmehê de li Brukselê civînek berfireh çêbike. Lê cîgirê serokê Kongra Netewî ya Kurdistanê Bengî Haco di axavtina xwe ya duh de eşkere kir ku ji niha de hin pirsgirêk derketine. Komek din ya rewşenbîran di heman rojan de li Holenda kongreyek bi heman navî, ango "Kongra Netewî ya Kurdistanê" pêk tînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".