Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekemîn rûniştina doza herdû rojnamevanên swêdî

Hat weşandin tisdag 18 oktober 2011 kl 11.24

Yekemîn rûniştina doza herdû rojnamevanên swêdî yên li Etiyopyayê girtî ne, ku îro sibehê destpêkir li paytext Addis Abebayê, piştî saetekê hat paşvexistin bo roja pênşemê ji ber ku du somaliyên ku ji heman dozê tên darizandin, parêzer nebûn. Herdû swêdî Martin Schibbye û Johan Persson aram dixuyan dema ketin salona dadgehê. Li bendê ye ku rûniştina plan bûye roja pênşemê li dar bikeve dubareya danûstendina îro be.

Prosedura îro divê dubare bibe dema parêzerê herdû tevbersûcan jî amade ne. Ji ber vê, li bendê ye çar-şeş meh dewam bike, yek ji parêzerên herdû swêdiyan Seleshi Ketsela dibêje.

Ji ber bala mezin ji rojnamevanên swêdî yên ku civiyabûn li ber avahiya dadgehê, rûnişt birin salonek mezintir.  

Bi tevahî 100 kes amade bûn li salona dadgehê. Nûneriya li dora 16 welatan hebû û ji wan 8-10 balyoz bûn.

Çavkanî: tt

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".